Xalê me Mûrad, wir de çû, virde nehat

Azad Koçer

Wek hûn zanin, PDK-Î, ango Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, dîsa dest bi lotikên şer kir û qûş li pasdarên Îranê qetand. Di nava demek kurt de bi dehan pasdarên Îranê bi cehnemê şad kirin û tir ji wan berda. Ji ber ku şerê PDK-Î serê sofîk û melayên Îranê dêşîne, sofîk û melayên Tehranê jî zixtan li mirîd û xulamên xwe dixe da ku li dijî PDK-Î derkevin û wan şermezar bikin. Xuyaye yek ji wan lîztikvanê şano û sînemaya Tehranê jî xalê me Adil Mûrad e.

Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad, lotikek Tehrankî avêt û bang li partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir ku sînorên Başûrê Kurdistanê biterikînin û bicehimin.

Xalê me Adil Murad, di Fistbok û Fesadboka xwe de lotikek avêt û got: Binerin kaka, oxlim, aramiîya [Herêma] Kurdistanê xeta sor e. Ne serê me bêşînin û ne jî xezeba sofîk û melayên Tehranê bînin ser me. Dev ji xebata çekdarî berdin û hûn çi gûyî dixwin, bixwin, serê me pê naêşe“ filan û fîstan.

Yanî, xalê me Adil Mûrad ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê xwest ku dev ji şerê çekdarî berdin, sînorê Başûrê Kurdistanê terk bikin û pepûla Tehranê bi serê me danekin.

Ê başe xalo can, kaka..

Çima tu van gotinan ji PKK re jî nabêjî canekem?

Ma PKK jî aramîya Kurdistanê têk nabe?

Ma nabe sebeb ku Tirkên hov êrîşan bînin ser gund û herêmên Başûrê Kurdistanê?

Yan ji dostên we re adet e, lê ji PDK-Î re qebhet e?

Haaaaa, law PDK-Î bi salan fedakarîyek mezin kir û ji bo xatirê aramî û berjewendîyên Başûrê Kurdistanê dev ji şerê çekdarî berda, heta bêhna we hat ber we.

Îcar hûn çi ji PDK-Î dixwazin oxlim?

Ma bêdengîya PDK-Î ne bes e?

Yan hûn dixwazin PDK-Î xwe bi temamî fesix bike, da ku kêfa xalanên we yên Tehranê bê û hûn jî têra xwe goştê elokan bixwin?

Zaxo

About The Author