Bahozê me geh dimire, geh radibe

Bavê Cengo

Belê, yek rêvebir û lotikvanê PKK û KCK xalê me Bahoz Erdal (Fehman Hisên) dîsa hat kujtin. Li gor fitne û fesadên dewleta Tirko dibêjin, xwedêgiravî Bahozê me li rojavayê Kurdistanê, ango li Sûrîyê hatiye kujtin û berê xwe daye axreta gewrik.

Ev cara çenda ye ku Bahoz Erdal tê kujtin û dîsa sax dibe, kes nizane. Hinek dibêjin wek pisîkê „neh (9) canî ye“, hinek dibêjin „bi namûs PKK ew ji zû de kujtiye, ev propaganda ye“, hinek dibêjin „na wele bê ruh e, qet namire“, hinek dibêjin „bi telaqê bê fitû du Bahoz hene, yek li vê dinyayê ye, yek li axretê ye, gava yek dimire, ewê din dikeve şûna wî“ û pêde diçin.

Axir..

Lotika balkêş ew e ku herkesî daye dû kujtina Bahoz Erdal û pelûlê bi serê wî de dirijînin.

Ê başe babam, ma generalên şikeftên Qendîlê ji Eyşika Ereb in?

Çima ku Bahozê me piçekî ji ewên din Kurd û Kurdistanîtir e we daye dû pişta wî?

Birastî ez jî meraq dikim allahwekîl..

Ev demek dirêj e ku deng ji Bahozê me dernakeve û pêjna wî nayê.

Gelo li dinyê ye, li axretê ye, li mars û tîtanîkê ye, li hîvê ye kes nizane.

Lê ez tiştekî zanim:

Heke Bahoz Erdal sax bûya, niha ji zû de wê silavek bida civata hazir û hûn sax..

Qamişlo

About The Author