Aha ev lotikek xweş e

Azad Koçer

Hikûmeta Kerêma Kurdistanê û Amerîkayê lotikek qerase avêtin û bûn kirîvên hev. Cara yekem e ku hikûmeta Kurdistanê bi Amerîkayê re protokolek fermî îmze dike. Evê protokolê dilê dostan xweş kir, dilê dijminên Kurdistanê jî reş kir bêguman.

Axir..
Bi îmzekirina vê protokolê re êdî Kurd û Amerîkî bûn kirîvên hev û xwîna wan li dawa hev ket. Li gor şert û mercên protokolê, heta şerê DAÎŞê hebe, wê Amerîka alîkarîya darayî û leşkerî bide pêşmergeyên Kurdistanê û wan bi tenê nehêle. Bi vî awayî lotikek qerase li der qûna Erebên qûnreş ên Bexdayê û hevalbendên wan jî ket û tir ji wan hat berdan.

Protokol di 12.7.2016an de ji alî Alîkara Wezîrê Bergiriî yê Amerîkayê Elîsa Slotkîn û Wezîrê Navxweyî û Pêşmerge (bi wekalet) ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî hat îmzekirin.

Ê de ev lotika xweş û germ pîroz û bimbarek be, rebbê alemê xêra Amerîkayê di deftera xwe de binivîse rebbî..

Amîn…

Zaxo

About The Author