Heyran û qurban

Kevîn Kurdson

Hûn zanin, lotikvanê mezin û qeraseyê zilaman Georg Bûşh ji Partîya Komarxwazan bû serokê Amerîkayê. Û Komarxwaz ji demokratên Amerîkayê zêdetir Kurdan nêzîkî xwe dibînin. Demokratên Amerîkayê, ango partîya Reşo Beşo Obama, siyasetek germik û nermik dimeşînin. Lê komarxwaz siyasetek rasterast, hişk û mêrane dimeşînin. Heke qeraseyekî wek Georg Bûşh ne serokê Amerîkayê bûya, belkî niha Saddam Hisên sax bûya û Kurd jî Kurdên berê bûna. Lê bi saya serê mamê me Georg Bûşh, qûnekê Saddam berê xwe da cehnemê û rê ji Kurdan re vebû.

Axir, herbet Amerîka li berjewendîyên xwe difikire, diparêze. Lê bike neke giranîya siyaseta partîyan û şexsan jî rola xwe dilîze.

Werhasil..

Senatorê Eyaleta Teksasê John Carter, da zanîn ku heke lotikvanê kej û zerik Donald Trump bibe serokê Amerîkayê, ewê zêdetir alîkarîya Kurdan bike. John Carter da zanîn ku Donald Trump heyran û evîndarê pêşmergeyên Kurdistanê ye, di dema serokatîya wî de wê Amerîka zêdetir û berfirehtir alîkarîya Kurdan bike û li hemberî terorîstên DAÎŞê wan bi tenê nehêle. John Carter efendî herweha bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar ku Kurdan di dîroka xwe de herdem dostanîya Amerîkayê kirine û Kurd hevkarên Amerîkayê ne.

Ez serê we neêşînim qurban, xuyaye wê dema Reşo biqede û dem û dewrana Kejo ders pê bike. Heke Kejo Donald Trump jî wek mamê me Georg Bûşh gunikreşek temam be, ji xwe me kêf kir. Na heke w jî wek Reşo germik û nermik be, emê dîsa bi çûn û hatina Bexdayê biwestin wesselam..

Amerîka

About The Author