Ê me çi kir?

Şeva darbeyê Erdogan dev ji hemû tirs û metirsiyan berda, hemû tirs û metirsiyên xwe li pey xwe hişt, berê xwe da Stenbolê; nav qada şer. Heta şer xelas bû, pêvajo bi rê ve bir.
devliken
Ê me çi kir?
Ê me jî ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewrûpayê. Li Romayê kon vegirt. Di bin wî konî de aciz bû, nesitirî; konê xwe da hev, berê xwe da Rûsyayê. Rûsyayê ew qebûl nekir, dîreksiyon şikenand berê xwe da Yewnanistanê. Ew jî nebû. Go hebe nebe parzemîna şahê şoreşgeran Mandela yê xweditiyê li min bike. Rabû berê xwe vê carê jî da Kenyayê. Û jixwe hûn zanin. Reşikan ew bi deh kîs kartol û duwazdeh kîs pîvaz firot Emerikayê. Emerîkayê jî ew teslîmî Enqerê kir. Û dû re tegehekê da pey têgehekê heya roja îro.
Çima te jî wek Erdogan tirs û metirsiyên xwe li pey xwe nehişt û berê xwe neda nav qada şer?
Keç û lawên kurd li serê çiyayên Kurdistanê şer dikirin.
Çî yê te ji wan zêde bû?
Û heger tu biçûya nav wan keç û lawan, heta tenê yek sax bima, ew ê xwe ji te re bikirana mertal…
Te go çi?
Dengê te nehat min…
Serektî-rêbertî ne hêsan-rehet e, paşayê mala bavê min î belengaz!

About The Author