Keko ev der Kurdistan e!

Arif Qurbanî

Di proseya rizgarkirina Iraqê de gava em çûne Kerkûkê, em rastî çend pirsgirêkên aloz û dijwar hatin. Mijara qirkirina nijadî, erebên hawirde, kêşeya vegera koçberan, çûn û neçûna ereban, gotara wê çaxê ya Cebheya Tirkmanî, cudakirina erebên şîe ji suniyan, wekhev temaşe nekirina şîe û suniyên Tirkmanî, Keldûaşûrî û Suryanan, destêwerdana Amerîka û hebûna Brîtanya û NY û bi dehan kêşeyên din komî ser hev bûbûn.

Civîn, kombûn û konferansên taybet bi çareseriya kêşeyên Kerkûkê dihatin sazkirin û di televizyonan de hevpeyvîn û diyalog û di rojname û kovaran de jî bi dehan lêkolîn û babetên curbicur ên mişt raman û pêşniyar dihatin pêşkêşkirin. Wê çaxê di gotarekê de li ser pêşniyar û planên çareseriya kêşeyên Kerkûkê, min ev pêkenok nivîsand û min pirs kir gelo wê kê wan tiştan cîbicî bike ku tên pêşniyarkirin, çimkî piraniya raman û pêşniyaran erd û esman dûrî rewşa Kerkûkê bûn!

Li deverekê pisîkeke gewr bi taktîk û fêlên xwe yên nola roviyan mişkên wê deverê dabûn qaqa reş! Her roj çend heb ji wan dixwarin. Mişk bi destê wê pisîkê rezîl bûbûn û kirin nekirin nikarîbûn xwe ji destê wê rizgar bikin.

Rojekê mişk radibin konferansekê saz dikin ji bo gengeşekirina vê rewşê û danîna planekê bo xweparastina ji pisîka zalim an eger bikarin pisîkê bikujin. Di wê konferansê de çend pêşniyar û bîrokeyên cuda cuda hatin pêşkêşkirin. Mişkekî jixwerazî pêşniyarek kir û bû xala sereke ya konferansê û ragihand ku wî çareserî dîtiye. Mişk got bêyî ku em hest bi dengê piyên pisîkê bikin, ew êrişî xwişk û birayên me dike û wan dixwe, baştirîn çareserî ew e ku em karekî bikin ku her cara ew pisîk di rê de bimeşe dengek jê bilind bibe da mişkên me yên hêja li kû jî bin hişyar bibin û miqate bin. Lewra ez pêşniyar dikim em zengilekî bixin stûyê pisîkê û ku her tevgerekê bike emê ji dengê zengil pê bihesin. Beşdarên konferansê jê re li çepikan dixin û sloganan davêjin ku wî çareya kêşeya wan dîtiye!

Bêyî ku em rewşa civaka kurdî li ber çav bigrin, di bin tesîra çend ewham û xeyalan de em sloganên qelew û mezin davêjin. Keko em Kurd in û ev der Kurdistan e. Hin kes li pişt satelît û laptopan rûdinin û li gor wê goşeyê li Kurdistanê dinerin ku dinya ji ekrana wê dibîne. Bi pîvanên civakeke pêşketî wek Rojava kêşeyên Kurdistanê dinixrîne û ji wê dîtingehê ve bi hêsanî behsa çareserkirinê dike.

Gelê Kurdistanê çiqasî nelojîkî û nelayîqî xwe dibîne ku bi civakên (nigerî, sûdanî û cîbutî) re bê berhevkirin, bêguman ewqasî jî nelayîq e em xwe bişibînin civakên (Swêdî, danmarkî û brîtanî.) Ev der ne Afrîqa û ne jî Ewropa ye, ev der Kurdistan e. Eger em bên berhevkirin jî, divê em xwe bi civakên Ereb, Fars û Tirk re berhev bikin û em nikarin li vê navçeyê bişibin tiştekî cuda ji derdora xwe. Lewra divê em bi çavê civaka xwe li kêşeyan binerin û li çareseriyên Kurdistanî jî bigerin.

Em pir bi hêsanî behsa serweriya yasa û demokrasî û qebûlkirina aliyê beramber dikin. Lê kê ji me ev yek li ba xwe şênber kiriye? Kîjan partiya kurdî di hinavê xwe de baweriyê bi demokrasiyê tîne? Lê belê em ewqasî bi hêsanî behsa demokrasiyê ji civakê re dikin wek ku em çîrokan ji zarokan re bixwînin. Kîjan partiya kurdî pabendî yasa û pêrew û programa xwe ye? Lê belê bi dengekî dilêr behsa wekheviya li hember yasayê û serweriya yasayê dikin!

Keko ev der Kurdistan e. Rica dikim dev ji gotinên pirtûkan, têz û felsefeyê berdin û ti welatekî Ewropayê nekin mînak. Nizmî asta civaka me bibin û li çareseriyên realîst ên kurdî bigerin. Em Kurd in û ev der Kurdistan e. Em naşibin kesî ji xwe pêve. Ez dozê ji her pênc partiyên çavkaniya kambaxî û kêşeyên Herêma Kurdistanê dikim ku, hişê xwe bixin serê xwe û çareyeke kurdî ji kêşeyên Kurdistanê re bibînin.

Rûdaw

About The Author