Dê du caran pîroz e

Parlamentereke Birêzîlî li parlamentoyê derketiye pêşberî parlamenteran, him dipeyive, him zaroka xwe şîr dide.
devliken
Ne eyb e, ne jî şerm. Zarok birçî ye û pêwist e têr bibe.
Û kes şaş jî fêhm nake û herweha pêsîra wê yî tazî bala kesî jî nakişîne.
Ji ber ku binhişî pak e, paqij e; ji qirêjî û gemarê dûr e.
Li Kurdistanê jî ez gelek caran li tiştên weha rast hatime. Di nav malê de jî.
Pirê caran min dîtiye di civatekê de, jin-mêr, biçûk-mezin tev li hev rûniştine û pîrek zaroka xwe şîr dide. Û pêsîra tazî bala kesî nedikişand.
Di kultûra kurdan de jin pîroz e.
Dê du caran pîroz e.
Piştî ol-oldarî ket nav lepên siyasetê û ew jî mîna îdeolojiyan lewitî (Jixwe her werê bû; ji bo kurdan dibêjim) êdî di civatekê de dev ji şîrdayîna jinê berdin, li derve ji çavên jinê pê ve em hew dereke wê yî din dibînin. (Çav jî ji mecbûrî ye-Ji bo li derekê nehilkume-Dora xwe bibîne-Li dora xwe binêre…)
Bi kurt û kurmancî;
Berê jî kurd musilman bûn, lê ne bi vê xezebê.
Kurdan bi însaniyetiya xwe, bi xweşbîniya xwe musilmantî dixemiland-nerm dikir-ji xwînê, şîdetê dûr dixist anku kurdan bi hest û xweşbînî û wijdanê xwe musilmantî pîrozwer dikir.

About The Author