Pirsgirêka yekem a Tirkiyê pirsgirêka Kurd e

Hamid Mihemed Elî

Temenê pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ji 100 salan zêdetir e. Ji peymana Sykes-Picot ku biryara parçekirina Kurdistanê hate dayîn û li gel peymana Lozanê ya 1923ê jî biryar hate pêkanîn, heta niha berdewam dike.

Eşkere ye ku heta ev pirsigirêk çareser nebe, li Tirkiyê ewlekarî û aramî bi temamî serdest nabe. Ji ber vê yekê jî pir giringe ku piştî şikestina hewldana darbeya 15ê Tîrmehê û bidawî anîna metirsiyên darbeyê, divê rojeva yekem a Erdogan û partiya wî, vegera pêvajoya aştiyê be û jib o çareseriya vê pirsê gavan biavêjin.

Rast e, dibe ku baweriya AK Partî bi temamî ji berpirsên HDPê û heta ji Selahattîn Demîrtaş neyê. Lê ev yek nayê wê wateyê ku pirgirêka Kurd a li Tirkiyê bê piştguhxistin an jî giringî pê neyê dayîn.

Ji ber ku ev pirsgirêk tenê yê HDPê û herwiha tenê yê PKKê jî nîne. Ji ber ku pirsgirêka axekê fireh û gelekê 25-30 milyonî ye. Pirsgirêka duwemîn mezintirîn neteweya li Tirkiyê ye ku zêdetirê 100 salan e weke “Tirkiyên çiyayî” hatine binavkirin.

Pirsgirêka gelekê ye ku di serdema Osmaniyan de û di serdemên destpêka Komara Tirkiyê de jî beşdarî bidestxistina hemû destkeft û serweriyên Tirkiyê û navçeyê kiriye.

Êdî nayê qebûlkirin ku ev pirsgirêk bê piştguhxistin. Di serdema desthiladariya Erdogan û partiya wî de, vebûnek berçav berbi Kurd û Kurdistana Bakur de pêkhat û di ware çand, medya, xwendin û warênd in de gav jî hatine avêtin.

Nabe ku ji van pêngavan peşde vegerin. Divê bi destpêşxeriyek (înîsîyatîf) nû yê siyasî û bi wêrekî careke din bêne ser xetê, li gel herdu partiyên din ên mûxalefetê, weke pirseke giring ê nîştîmanî li hev bikin û li ser hestyariya gelên Tirkiyê biaxivin.

Nabe AK Partî bi nîgeranî li HDPê û herdu partiyên din binere yan jî bi çavê HDPê û yên din li pirsgirêka Kurd binêre, helwest li hember çareseriyê werbigre.

Berovajî, pêwîste bi çavê vê pirsa giring a dîrokî li HDPê û PKKê binere. Ji ber ku vê pirsgirêkê HDP û PKK ava kir, berovajî HDP û PKKê pirsgirêka Kurd ava nekirine.

Rûdaw

About The Author