Ev dinya ji wî re jî nema

Pişo Mihemed

Lotikvan û aktorê Tirk Tarik Akan, ji ber nexweşîya pençeşêra kezebê mir û berê xwe da axreta gewrik. Tarik Akan, ku di xortanîya xwe de çeleng bû û dilê keç û jin û pîrên 80 salî diperitand, di 66 salîya xwe de xatir xwest çû û niha li ser pira siratê li bendî dora xwe ye.

Tarik Akan, di gelek fîlmên derhêner û lîztikvanê Kurd Yilmaz Guney de lîzt û bi xêra wî gelek xelat jî stendin. Lê Tarik Akano tucarî wefakarîya Yilmaz Guney û Kurdan nekir û wek Tirkekî Kemalîst, herdemê dijminatîya Kurdan kir, Kurd wek Tirk hesibandin û xwe wek neferek ji neferên artêşa Tirk didît.

Erê erê, ev dinya ji Tariko re jî nema kuro..
Lê bawer bikin wê Kurd li axretê destê xwe têxin qirika wî û hesabê wefakarîyê jê bixwin..
Ê de oxira wî ya Çoban Silo be rebbî..
Stenbol
tarik-akan-sb-1

About The Author