Ji bo xalê me Ehmed mêrê xwe berda, waweylêêê!

Reşoyê Darî

Li ser bextê fitne û fesadên Hollywoodê be, dibêjin lotikvana germik û xweşik Angelîna Jolîe û mêrê wê Brad Pîtt hevdu anîne ber berdanê.

Li gor jinkok û minkok li ser tenûrên Amerîkayê dikin galegal, dibêjin gava Angelîna Jolîe hatibû bajarê Mêrdînê û serdana xalê me Ahmet Turk kiribû, ne bi dilekî lê bi heft dilan dil ketibû xalê me Ehmedê mala Sîno û mêrê wê Brad Pîtt li ber çavê wê reş bûbû. Piştî go Angelînka me vegeriyaye Amerîkayê jî eşq û evîna xalê me Ehmed Turk ji dilê wê derneketiye û ev evîna giran bûye sebeba ku Angelîna û mêrê xwe hevdu bînin ser berdanê.

Li gor serxweş û eraqvexwarên bajarê Calîfornîyayê dibêjin, xwedêgiravî Brad Pîtt pir ji xalê me Ehmed Turk hesidîye û wêneyên wî yên ku di sindoqa Angelîna Jolîe de veşartî bûn tev çîrvîrî hev kirine û şewitandine. Şewitandina wêneyên xalê me Ehmed Turk bûye zêdebûna ser kezebê, Angelîna Jolîe por û gijola mêrê xwe Brad Pîtt kişandiye û doza berdanê lê kiriye.

Ez serê we neêşînim, li gor saloxdanên sîxurên Lotikxanê, xalê me Ehmed Turk bi karîzma û bejindirêjîya xwe bûye sebebê hevduberdana Angelîna Jolîe û Brad Pîtt û malik li wan biriye mîratê wesselam..

Tew hinek jî dibêjin, Angelîna Jolîe nêta xwe xirab kiriye go rahije buxçika xwe û here li mala xalê me Ehmed Turk çongê xwe deyne erdê û bibe hewî jî..

Ne li ser bextê me be…

Mêrdîn

ahmet-turk-angelina Kopie

About The Author