Em jî dibêjin, lê kes bawer nake cîgerim

Pispor û şîrovekarê siyaseta Rojhilata Navîn Dr Edy Cohen ê Îsraîlî, çend lotikên pîroz avêtine derûdorê, dilê me Kurdan xweş û dilê dijminên me jî reş kiriye.

pirkemal

Lotikvanê Îsraîlî cîgerim Dr Edy Cohen ji Sputnîkê re gotiye: „Binerin oxlim, heke Herêma Rojava bibe Federasyon û têkilîyên xweş bi Telavîvê re çêke, wê dewleta Îsaraîlê wê biparêze û nahêle ku Erebên qûnreş serê wan bêşîne. Yan na, bi allahwekîl wê pozê wan ji nav rîxê dernekeve“ filan û bêvan.

Qeraseyê zilaman Dr Edy Cohen, serê hefsarê hespê xwe berdaye û pê de çûye: “ Binerin kezebno, li gel ku Kurdan di şer de gelek qurbanî dan jî, mixabin cîhana navdewletî piştgirîyê nade wan û îtîrafê bi wan nake. Em li Îsraîlê Kurdan wek leheng dibînin û rêzê ji wan re digirin. Kurdên Sûriyê gelek êş û azar ji zordarîya Esad dîtin û mafên wan ê hemwelatîyê ji wan hat standin.  Di wê pergala hovane de ez ti pêşerojê ji Kurdan re nabînim, eger Kurd nebin dewlet. Heke bibin dewlet, Îsraîl wê yekem dewlet be ku wê qebûl bike û binase“ û ajotiye.

Cohenê me hespê xwe ajotiye û gotiye: „Ez hêvî dikim û bangî cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim ku serxwebûna Kurdistanê ragihîne û êdî me ji vê kezebreşîyê xilas bike. Çawa ku bavê me David Ben-Gurion hesabê Erebên qûnreş û dewletên rojavayî bi xirrê xwe nekir û serxwebûna Îsraîlê ragihand, divê serok Barzanî jî rojek berî rojekê lotika Kurdistanek serbixwe bavêje“ filan û fîstan.

Xwedê jê razî Dr Edy Cohen, xwêdana xwe pakij kiriye û dîsa gotiye: “ Ez bi serê Îsa, Mûsa û Mihemed bikim, Ereb û Tirk tu xêrê ji Kurdan re naxwazin, ew mek mozikê bi Kurdan vedidin. Ew siyaseta „parçekirin û kontrolkirinê“ li ser Kurdan dimeşînin û kêşeyan di nav Kurdan de diçînin da ku wan qels bikin. Yekane çeka Kurdan, yekîtî ye. Yekîtiya Kurdan wê zîtirkên Tirkan têk bibe û rastî ew e ku Tirk yekem gel bûn ku serî li Rojhilata Navîn jê kirine. DAIŞ ne ya yekem bû. Osmaniyan komkujî û qirkirin li dijî Ermenan pêk anîn û Kurd li dijî Ermeniyan sor kirin allahwekîl“ û di nav xwêdanê de maye.

Dostê me yê cihû lotikek li rewşenbîrên Kurd jî xistiye, tir ji wan berdaye û gotiye: „Siyaseta Tirkiyê û ya Îranê wek hev e. Ew naxwazin dewleta Kurdan çêbibe. Îran naxwaze dewletek Kurdan li ti deran çêbibe. Ez bi xwe bangî hemû Kurdan û bi taybet rewşenbîrên xwelîser dikim ku têkilîyan bi Îsraîlê û rewşenbîrên Îsraîlê re deynin da ku hevkarîya herdû gelan zêde bibe“ û wekî din.

Hûn dibînin bê Dr Edy Cohen çi lotikên xweş û pîroz avêtine ne wilo?

Lê ka ew Kurdên ku aqil jê bigrin û bi ya wî bikin?

Kuro heyran, ez bi serê bapîrê te David Ben-Gurion kim, me berî te ev lotik avêtine û ev tişt gotine. Ma serê Kurdan wek ê Îsraîlîyan ji hev re nerm e ku bi a hevdu bikin û bibin yek baba?

Ma Kurd wek Îsraîlîyan netewperest in ku dev ji alastina qûna Tirk, Ereb û Eceman berdin qurbano?

Na bavo na, em Kurd ne tenê Kurd in wî. Em Tirkmanc in, em Erebmanc in, em Farismanc in, em Xelkmanc in û her quzilqurt in.

Ji derveyî Kurdbûnê, em her tişt in, ger gû û rîx in allahwekîl…

Ê de xwedê xêra Dr Edy Cohen qebûl bike û 72 horîyên bihuştê bike qismetê wî rebbî.

 

About The Author