Aha netewperwerî ev e

Firildeq Elî

Tirk ji piçûkanî de serê zarokên xwe bi netewperwerî û netewperestîyê dadigrin û wan wek dilê xwe mezin dikin, evîna welêt, millet, al û xakê di mejîyê wan de diçînin.

Û em Kurd?

Em jî xwelîya heft gundên xerabe li serê xwe û 101 bavê xwe dikin û em zarokên xwe bi hişmendîyek virt û vala, bi çîrokên bratîya xelkê û qûnalastina xelkê mezin dikin. Em dev ji xwe û netewa xwe berdidin, em didin dû qûna xelkê û em mejîyê zarokên xwe jî dikin şorba nîskê û tirşika fasûlîyan.

De ji xwe re li dêlik û cewrika Asenayê Elîf Sabanci binerin bê di vî temenê xwe de çawa netewperestîya welat û milletê xwe dike û çawa Kurdan wek dijmin dibîne.

Gelo rojekê wê zarokên me, keç û xortên me jî karibin wek dêlika Elîf Sabanci li qewmîyeta xwe xwedî derkevin û bibin netewperest?

Xwezîîîîîîîî, xwezî bi wê rojê!

Stenbol

elif

About The Author