Nisêbînê tê xewna min

Abdulkerîm Koçhan

abdulkerim-kochan

Nisêbînê tê xewna min
Şev û rojê, li bîra min,
Ax û oxîn, tên dilê min,
Li ser welat, ez mirî me.

Vala mane, rêgen, kulan
Goristan man, bêbergeran
Hin birîndar, hin bêderman
Li ser welat, kesirî me..

Ez mirîme ji bo welat,
Neyar li ser dikin xebat
Jîna welat, bûye hey hat
Ji bo welat, ramanî me..

Ax’a welat şil ji xwînê,
Kes nema diçîn şevînê,
Xewa şêrîn, di revînê,
Ji bo welat, hezinî me..

Li welat, hezin û şîne
Hew tê dirûn ew bi pîne
Gelo ma wê katdê hîne?
Ji bo welat, bi hêvî me…

Ew welatê xweş şêrîn,
Hejar li ser dike qêrîn,
Kengi werê hev ev birîn?
Li ser welat keribî me.

Ew welatê xweş û delal
Di herikî ava zelal
Hin namerdan kirin çi hal?
Bajarê xweş Nisêbîn ê..

 

Nusaybinim.com

About The Author