Rîhê berdin û nemrin

Gelo rîhberdan baş e?

Yan rîhberdan mekroh e û zilam pê kirh (ne xweşik) dibin?

sofi-xelef1

Di derbarî rîhê û rîhberdanê de lêkolînek qerase li ser 408 zilaman hatiye çêkirin. Di lêkolînê de hatiye dîtin ku rîhberdan rê li ber mîkrop û bakterîyan digre û xwedêgiravî meriv nexweş nakeve.

Li gor zanyar dibêjin, rîhberdan rû û serûçavê meriv xweşik û bedew dike û rîh antîbîyotîkek qerase li dijî vîrûsan diafirîne. Li gor jinik li ser tenûrên gund dikin piste pist, xwedêgiravî kesên ku rîha xwe kur dikin û rîhê bernadin, zûtir raserî vîrûsan û nexweşîyan tên û kesên ku rîha xwe wek rîha zinêkarên DÎŞê berdidin û dirêj dikin, ji vîrûsan dûr dikevin û vîrûs xwe nêzîkî wan nakin.

Di vê derbarê de Dr. Adam Robert, lêkolînek ji bejna xwe dirêjtir li ser 100 zilamên rîhdirêj çêkiriye û kifş kiriye ku vîrûs û bakterî di rûyên kesên rîhdirêj de çênebûne. Li gor Dr. Adam Robert kifş kiriye, vîrûs û bakterîyên ku di rûyên kesên rîhdirêj de çêdibin zû dimirin û wenda dibin. Lêkolînê derxistiye holê ku mû û rîha zilaman bakterîyek wek antîbîyotîkekê diafirîne û ev bakterîya wek antîbîyotîkê bakterî û vîrûsên xeter dikuje.

Piştî ku Dr. Adam Robert ev rastî kifş kiriye, mêro rîha xwe berdaye û bûye wek wan sofîk û melayên ber mizgeftê.

Axir..

Dr. Adam Robert, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku rîhberdan baş e û ziyanê nade rûyê zilaman, tew meriv ji vîrûs û bakterîyên xeter diparêze.

Îcar hûn zanin qurban..

Heke hûn dixwazin wek Alaîn Delon, Tarik Akan, Brad Pîtt û James Bond çeleng û rûkurkirî bin, rîhê bernedin.

Na heke hûn dixwazin wek wan cellad û sofîk û melayên DAÎŞê xuya bikin, rîha xwe 25 metroyan berdin û xelas..

We rîha berda ji vî ve, û we berneda dîsa ji vî ve û hûn sax…

About The Author