Bilbilê Mehabadê: Mihemed Mamlê

Memê Botî

Hunermend Mihemedê Mamlê yek ji stranbêjên navdar û mezin ê muzîka kurdî ye. Heta niha ji Mamlê 2000 stran weke mîrateke bihagiran yadigar maye.Mamlê yek ji nasnameyên muzîka kurdî tê hesibandin. Mihemed Mamlê muzîk û stranbêjî di dema zaroktiya xwe de ji bavê xwe Seîd Mamlê û di dema ciwaniya xwe de jî ji birayê xwe yê mezin Husên Mamlê hîn bûye. Mihemed Mamlê demekê li gel Hejar û Hêmin maye û piştre ji helbestên van şairan jî di berhemên xwe de sûd wergitiye. Stranên “Laye laye” û “Exter” û “Kurd im emin” yadigarên wê serdemê ne.

Ew li Mehabadê ji dayîk bûye û herwisa li goristana Budaqsultana wî bajarî jî hatiye veşartin. Sala 1999’ê di 74 saliya xwe de koça dawîn kiriye

Mamlê kesatyeteke gelekî popular e di nava xelkê Mehabadê û hemû Kurdistanê de ye ku hemû emrê xwe di nava wan de û ji bo wan re derbas kiriye.Piraniya berhemên wî li ser çar şêwazên taybet yên muzîka kurdî ne. beyt, goranî, qetar,heyran hin şêwazên sereke ne ku Mamlê xwendine.

Dengê xweş yadigara malbatî

Di dawiya sedeya nozdehem de şevekê ku Mîrza Ebdulrehîmê Wefayî Mehabadî arif û şair û melodîsazê navdar li ber pencereya mala xwe sekinîbû, ji nêşkê ve dengekî xweş tê guhê wî. Dengê dilnişîn yê Seîd Mamlê bavê Mihemed Mamlê û hevalên wî Faqî û Abid bû ku bi hev re dimeşiyan. Wî ebayî xwe avête ser xwe û li pey wî dengî çûye.

Wan sê dengxweşan dema ku Wefayî dîtin bêdeng bûn. Berê xwe dane kolaneke din lê Wefayî jî kete pey wan. Dema ku Wefayî xwe gihande wan bi lawê ji xwe re got: “Tu çima van stranan dibêjî?” Ew bi muzîk û helbestên îrfanî ra aşna kir ku stranên “Zulf û Ruxsar”, “Le baxan ah û nalîn da”, “Gah desûtêm gah degirîm” û hwd. Yadigarê wê serdemê ne.

Piştî wê bûyerê Seîd Mamlê ku bi xwe ji mirîdên Şêxên Gîlanîzade bû bi icrakirina muzîka îrfanî li xaneqahê Şemzînanê ew der geş kiribû. Ev yek ji bo malbata Mamlê re bibû nerîteyek. Mihemedê Mamlê mîratdarê rastîn yê vê nerîtê yê. Wî bi dengê xwe yê xweş û bedew reng û rûyeke nû li stranên Wefayî bexşî.

Hemdiliya Mamlê bi xelkê û navdaran re 

Mihemed Mamlê di warê muzîka îrfanî û folklor û icrakirina berhemên xwe û herwisa berhemên wergirtî ji farisî jî xebitiye. Stranên folklor yên deverê Mengor, Mamiş û Pîranê wergirtiye û bi şêwaza xwe ya taybet ew icrakiriye ku xweşikî û tesîra wan stranan sedcaran zêdetir bûye di nava civakê de. Herwiha stranên ku ji zimanên din digirtin wisa hosteyane icra dikirin ku êdî têgihîştina koka wan ya resen dijwar û nemimkin bûye

Mihemed Mamlê stranbêjê xelkê xwe bû û dostiya wî bi xelkê re bê mînak bûye. Ev pêwendiya menevî bi xelkê re bûye sedem ku di çareserkirina gelek ji kêşeyên xelkê de rol bilîze. Loma gelek ji xelkê di bîranînên xwe de hertim qala Mamlê dikin. Mihemed Mamlê di zemînên hunerî, siyasî û civakî de tê bîranîn. Pêwendiya Mamlê bi xelkê xwe re ewqas semîmî bûye ku dema veşartina cenazeya wî, xelkê terma wî ji malbatê wî standiye û gotine Mamlê yê hemû xelkê ye û em hemû malbatên wî ne.

Mirina Mamlê

Mamlê di dawiya emrê xwe de nexweşiya alzaymirê girtibû û xebatê hunerî nedikir. Niha du kurên wî Çalak û Çiya stranbêj in. Di merasima veşartina terma wî di nava xelkê Kurdistanê de bi awayekî kêmdîtî hate lidarxistin ku ev jî nîşana popularbûna wî bilbilê Mehabadî bûye.

Hîn jî stranên wî li hemû Kurdistanê mayinde ne û dilê hemû xelkê kurd pê şad dibe. Miqama “Daye giyan” ku Mihemed Mamlê ji bo dayîka şehîdekî kurd straye yek ji şahkarên wî ye.

Ezîz Şahrux stranbêjê mezin ê kurd ji şagirdên Mihemedê Mamlê ye. Mamlê yek ji nasnameyên muzîka kurdî tê hesibandin. Ehmedê Qazî di merasima şîna Mamlê de wisa gotibû:“Kîjan ji me heye ku stranên Mamlê guhdarî nekiribe û carinan bi dengê xwe yê baş û xerab ji xwe re nexwendibe. Ew wisa ketiye nava dil û mêjiyê xelkê û ji bilî mamoste Mamlê kî dikare bigihêje wê astê?”

Gelek kesayetên navdar yên kurd li ser Mamlê nêrînên xwe derbirîne. Ev nêrîn û nivîs didin xuyakirin ku mamoste Mamlê kesayetekî netewî bû û wî qet xwe ji gelê xwe û êş û azarê wan dûr nekiriye.

Kerîm Hisamî derbarê Mamlê de wiha dibêje:“Kesayet û reftar û exlaqa niştimanperweriya hunermendê mezin Mihemed Mamlê hertim di bîr û mêjiya me de zindî ye û em qet wî ji bîr nakin.”

Mamlê di hunera xwe de jî kurdayetiya xwe dinimand û eger carinan berhemek ji muzîka cîranan jî werdigirit, rûheke kurdî li wan bar dikir.

Hunermend Ebasê Kemendî ku sala 2011’ê xelata Mamlê wergirt wiha dibêje:“Ez ji bîr nakim dema ku min Mamoste Mamlê rexne kir ku çima melodiyeke tirkî aniye nava muzîka kurdî? Mamoste gotibû; ‘bêguman ji ber pevjiyana dîrokî ya kurd, tirk, fars û ermenî di vê herêmê de hin xalên hevbeş di nava çanda van netewan de heye lê çima hûn wisa lê nanêrin ku ev melodî pêştir kurdî bûne û paşê tirkan û ermeniyan ew bi kar anîne.’ Dema ku ez lê fikirîm min dît ku mamoste Mamlê mafdar e. Mihemed Mamlê tevî hunera xwe ya xwoşewîst û mêvandar jî bû. Kurdekî resen bû, ez gelekî kêfxweş dibûm dema ku ez diçûma xizmeta mamoste.”

Mihemed Mamlê çendîn caran ji aliyê rejima Pehlewî ve hatibû girtin, gelek çavkanî tenê qala zindanîbûna mamoste Mamlê li zindana Urmiyê dikin lê ew li Mehabadê jî zindanî bûye. Dema ku Mamlê di sala 1947’ê de helbesta Hejar “Laye laye” weke stran xwendibû ji aliyê hikûmetê ve hatibû girtin. Cafer Mamlê di bîranîneke xwe de qala vê yekê dike ku piştî têkçûna Komara Kurdistanê li Mehabadê Mamlê ji ber veşartina alaya Kurdistanê di mala xwe de tê desteserkirin.

Yek li faktorên girîng ya malbata Mamlê ku balkêş û girîng e rol û bandora jinan di vê malbatê de ye. Dayîka Hebîbe yek ji hevjînên Mîrza Seîd ku ti zarokên wê tunebûn piştî wefata Mîrza Seîd evîneke rastîn pêşkêşî zarokan dike û alîkariya wan dike ku ew stranên bavê xwe bi duristî vebêjin. Dilsoz û rexnegireke baş bû ku karî zarokan baş perwerde bike û temena huner û şêwaza Mamliyan dirêjtir bike. Bi giştî di nava malbata Mamlê de jinan cih û pêgeheke xwe ya taybet hebûye. Azadbûn û mêrxwasî ji taybetmendiyên jinan di malbata Mamlê de bûn.

 

BasNûçe

About The Author