Paşnavê wan „Çürük“ e, lê ew bi xwe saxlem im

Pişo Mihemed

Malbata Çurukkaya hem di nava PKK de, hem jî piştî ku ji PKK veqetîyan, xwe ji doza Kurd û Kurdistanê nedan alî, ji ji destê wan hat û tê texsîr nakin. Malbata Çurukkaya li bakurê Kurdistanê du kurên xwe şehîd dan, û niha jî Dr. Seîd Çurukkaya li başûrê Kurdistanê giran brîndar e.

Dr.Seîd Çurukkaya, di şerê li dijî zinêkarên DAÎŞê de, di dema pûşkirina mayînan de mayînek pê de teqîya. Di teqînê de pêşmergeyekî PDK-Îranê şehîd ket, Dr. Seîd Çurukkaya û hevalekî xwe jî giran brîndar bûn.

Dema ku Çurukkaya ji PKK cuda bûbû, serokê Kurdên sererd û binerd başqan Ocalan ji bo malbata Çurukkaya çi gotibû?

Gotibû: „Ew jî wek paşnavê xwe Çuruk derketin“.

Ango, ew jî wek paşnavê xwe pûç û xerabe derketin.

Lê bi şeş telaqên jinberdanê ne rast e..

Erê paşnavê wan Çurukkaya ye, lê bi dîn û îman, ez bi serê başqan kim, ciwamêran ne wek paşnavê xwe çirûk in. Saxlem in û heta hûn bêjin bes Kurd in, Kurdistanî ne û ji mirinê jî natirsin.

Ê de ka bêjin ezbenî:

Îcar kî çirûk û xerabe ye?

Bi vê minasebetê, hêvîdarim yezdanê pak şîfaya xêrê ji Dr.Seîd Çurukkaya û temamê pêşmergeyên Kurdistanê re bişîne.

Xwedê sebrê bide malbata Çurukkaya û hûn sax…

 

Xançepek / Amed

About The Author