Jiyanek ji bo welatek

Jiyan Hêlîn

Sait Çürükkaya ji Gundê Çilkaniyê yê Bingölê ye û di sala 1989’an de li Zanîngeya Çukurovayê dest ji Fakulteya Tibê berdide û tevlî gerîlayan dibe. Wê dewrê di nava PKK’ê de bi navê Dr. Silêman tê nasîn û peywîrên mezin yên wekî Endamê Komîteya Navendî, Fermandariya eyalet û herêmî pêk tîne. Çürükkaya di mulaqateke beriya çar salan de sedemê veqetîna ji PKK’ê wiha eşkere dike: ”Di sala 2000’î de, rêveberiya PKK’ê li hember Başûrê Kurdistanê plana şerî danî. Em li dijî vê daxwaza şerê li hemberî kurdan derketin û di 19’ê Gulanê de, li gel komekê veqetiyan ku xwe wekî ” Înîsîyatîfa Azadiyê” binav kiribû.

Çürükkaya, piştî daketina ji serê çiyan, salekê li Başûrê Kurdistanê dimîne û paşê jî derbasî Almanyayê dibe.Wekî penaberê siyasî xwe dispêre Almanyayê û li Zanîngeha Bremenê beşa Şêwirmendiya Civakî xilas dike, fêrî almanî û îngilîzî dibe. Çürükkaya ku bi zêhna xwe ya leşkerî jî tê nasîn. Ew li Almanyayê jiyaneke rehet didomîne lê piştî êrîşa DAİŞ’ê ya li ser Şingalê vedigere Herêma Kurdistanê. Dr. Silêman dixwaze bi dildarî tevlî şerî bibe û dest bi perwerdekirina Pêşmerge dike. Bi navê ”Hêzên Agirî” yekîneyek leşkerî pêk tîne û di yekîneya wî de kurdên ji perçeyên cuda cih digirin. Ji bo ku rê li ber Pêşmerge veke ku li dijî DAİŞ’ê şer dikin -DAİŞ jî zêdetir çekên wekî teqemenî û mayînan bi kar tîne- li gel yekîneya xwe, di pêşiya eniyê de cih digire. Di şerî de çend hevalên wî jiyana xwe ji dest didin.

Çürükkaya sedemê vegera xwe ya eniya şerî bi van hevokan vegotibû: ”DAİŞ tevgerek e ku li dijî temamiya mirovahiyê şer dike. Bi taybetî kiryarên wê yên li ser kurdên Ezidî, kuştina mêrên wan, desteserkirin û firotina jinên wan, di sedesala 21. de hebûna tiştekî bi vî rengî li dinyayê û pêkhatina vê ya li Kurdistanê, wekî kurdekî gelekî ez aciz kirim. Min dît ku mirov hewcedarî alîkariyê ne. Ez wisa fikirîm ku divê ev mirov bi awayekî bi rêxistin bibin û bikaribin li hember van wehşiyan gundên xwe, malên xwe biparêzin. Ji bo ku ciwanên kurdan, ezdî û xirîstiyanan bikaribin li kêleka Pêşmerge gundên xwe, mirovên xwe li gel yekîneyên profesiyonel biparêzin, divê ez alîkariya wan bikim û ji bo vê mebestê ez vegeriyam Kurdistanê.

Fermandarê Yekîneya Pêşmerge ya Agirî Dr. Sait Çürükkaya, di heyama Operasyona Mûsilê de, li gundê Faziliyê yê bi ser Başîkayê ve, di teqîna paqijkirina mayînên tunelekê de, li gel hevalê xwe yê ji Rojhilatê Kurdistanê Resûl Mihamedzade ku jiyana xwe ji dest da û Mihamed Silêman Kerîm jî brîndar bû.

Çürükkaya, piştî bûyere, ewil li Nexweşaneya Cumhurî ya Hewlêrê, paşê jî bi pêwendiyên rayedarên kurd û almanan, bi balafira ambulansê ji bo Nexweşxaneya Leşkerî ya Konlenzê tê veguhestin. Tê dazanîn ku Çürükkaya li Nexwşxaneya Hewlêrê du caran krîza qelbî derbas dike lê piştî ku li Nexweşxaneya Leşkerî ya Koblenzê fonksiyonên mejiyê wî radiwestin, jiyana xwe ji dest dide.

Ji bo Çürükkaya li Bremen, Hewlêr û Bingölê konê şînê tê danîn ku li pey xwe çîroka xwebexşîn û fermandariyê hiştiye. Cenezeyê Çürükkaya dê roja şemiyê ji Bremenê derbasî Hewlêrê bibe û piştî merasîma leşkerî dê li gundê Çilkaniyê yê Bingölê, li kêleka du birayên xwe yên gerîla bê veşartin.

Welatperwerî ew e ku mirov di dema xeterê de welatê xwe biparêze

Çürükkaya heta niha nêzîkî 700 şervan perwerde kirine û di axaftineke xwe de dibêje ku; dildar di şerî de zêdetir serkeftî ne. Sait, ji bo serxwebûna welatê xwe emrê xwe xerc dike û bi gotinên xwe yên ”Welatperwerî ew e ku mirov di dema xeterê de welatê xwe biparêze” ya rast kurteya jiyana xwe vegotiye.

Yek ji girîngtirîn operasyonên ku Çürükkaya tevlî bûye, rizgarkirina Şingalê bû. Çürükkaya di nava yekem yekîneyan de bû ku derbasî bajarokî bûn û li vir qamyoneke teqemeniyê ya DAİŞ’ê da sekinandin ku dê di nava komeke mezin ya Pêşmerge de biteqiya û bi vî rengî gelek hevalên xwe ji mirinê xilas kirin. Piştî ku li Şingalê bi sedan mayîn û kemîne bê bandor kirin tevlî Operasyona Mûsilê bû. Çürükkaya wiha gotibû: ”Hindî ku Mûsil di destê DAİŞ’ê de be em nikarin behsa ewlehiya Kurdistanê bikin. DAİŞ her gav dikare bi komên 200-300 kesî, di heyama çend mehan de, ji Mûsilê êrîşên întîxarê bike û mudaxeleyî Herêma Kurdistanê bike. Şerê dawiyê dê bi rizgarkirina Mûsilê ya ji destê DAİŞ’ê çêbibe. Heya ku şer xilas bibe, Mûsil rizgar bibe, ez ê bimînim. Armanc ew e ku metirsiya li ser Kurdistanê, mirovên Kurdistanê, komên etnîkî, ezdî ûxiristiyanan teqez xilas bibe. Bi êrişên hêzên navnetewî DAİŞ zeîf bûye lê xilas nebûye û heta ku xilas nebe jî dibe ku êrişî hin herêman bike.”

Dema ku derbasî gundê Fazîliya Başîkayê dibin ku di Operasyona Mûsilê de yek ji armancên sereke yên Pêşmerge bû, Said Çürükkaya di dema paqijkirina mayînên dawî de jiyana xwe ji dest dide. Mirina Çürükkaya di nava miletî de xemeke mezin pêk anî ku ew sembola yekîtiya kurdan bû.

Hevalên wî yên şerî Mahir Kosor û Mistefa Arî Şefîk, ji BasNûçe’yê re behsa Said Çürükkaya kirin.

Mahîr Kosorê hevalê Sait Çürükkaya nêrîna xwe ya li ser dîtina wî ya cara yekem wiha rawe dike: ”Dema min ew li metropolê nas kir, ser û berê wî belav bû, di nava cilên fireh de bedena wî ya zeîf berze bûbû. Dema diaxivî berê xwe dida derdora xwe û tevgerên wî yên ecêb hebûn. Li Çukurovayê rêxistineke serkeftî pêk anîbûn. Piştî du salan dema ez çûme çiya, ew bûbû fermandarekî mezin û viyana temamiya gelê li herêmê bi dest xistibû. Dema min ew li çiya dît ez hem şaşmayî mam hem jî keyfa min hat.”

Kosor, behsa kesayetiya wî ya zelal û mutewazî kir û got: ”Dr. Silêman bi jîrekiya xwe ya pratîk di demek kurt de çalakiyên serkeftî pêk anîn. Cudahî nedixist navbera hevalên xwe de û têkiliyeke mutewazî bi şervanan re pêk dianî. Ji prensîbên şerî qet tawîz nedida. Di dema operasyonên mezin de ji bo ku zêde zerarê nebînin hin caran bi rojan hevalên xwe birsî dihêlan. Ji ber ku wî baş dizanî, hewla bidestxistina erzaqî dibe sedemê deşîfrebûnê û gerîla ji ber vê tevgerê dibe ku bi tunebûnê rûbirû bimîne.

Ez hêj jî olana dengê wî ya ji newalan dibihîzim

Kosor dibêje ku, Fermandar Sait ji şervanên xwe re wiha digot:”Ji bo ku kes ji we berze nebe hûn nava berfê de bin jî agirî vênexin. Ji bo ku hûn ji sermayê bifilitin hevdûdu hembêz bikin. Ji bo ku şûnpêyên we diyar nebin, neçîn erzaqî. Birsî bimînin. Ji bo ku hûn sax bimînin divê hem li hember dijminê xwe hem jî li hember zoriya siruştê hûn bizanibin bitêkoşin.” Kosor di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ”Ew fermandarekî tund û bi disiplîn bû. Hin caran li gel şervanekê ji rêzê gelekî rûken û keyfxweş bû. Tîqetîqa keniya wî xweş bû. Ez hêj jî olana dengê wî ya ji newalan wekî îro dibihîzim.”

Kosor got ku:”Ew li hember xeletiyan bêtirs û bêendîşe bû. Zilamekî têr û tejî û dilgeş bû. Dema ji çiyan daket û çû Almanyayê, wî qet bawerî bi jiyana siwîl neanî. Di sala 2014an de wî kirasê jiyana statîk ji ser xwe avêt û ji nû ve vejiya. Dema DAİŞ’ê bi hemû hêza xwe ve êrişê Kurdistanê kir, bi telefonê digeriya û kêlî bi kêlî, agahî dixwestin. Li Almanyayê li cihê xwe nedisekinî. Dema ji me re digot; ”Ez jî têm wir” di dengê wî de xema neçariyê hebû. Kurd di bin êrîşê de bûn. Li Kobaniyê jin û mêrên kurdan bi awayekî muthîş şer dikirin û li ber xwe didan. Dema welatê wî di bin êrîşê de bû wî li Almanyayê jiyaneke ji rêzê qebûl nedikir. Ji ber vê çendê vegeriya Kurdistanê, qada şerî.”

Alîkariya pisporbûna Pêşmerge

Kosor diyar kir ku piştî vegera Sait Çürükkaya hevalên gotin ku; ” Ew mêrxasê dîn û dilgeş dîsa hat” û sedemê vegera Çürükkaya ji devê wî wiha vegot; ”Şiyanên min hene. Tecrubeyên min ên gerillatiyê hene. Ez dikarim alîkariyê bidim hêzên Pêşmerge. Hewcedariya Pêşmerge bi artêşeke profesyonel heye. Ez ê bi zanîn û şiyana xwe alîkariyê bidim perwerde û pisporiya yekîneyên Pêşmerge. Ez ê di nava Pêşmerge de yekîneyên operasyonel pêk bînim.” Paşê, di demeke nêzîk de dest bi karî kir. Li baregeha Pêşmerge bi dildarî perwerdehî da bi sedan Pêşmerge. Di demeke zû de encamên serkeftî û pratîk bi dest xistin.

Wî dixwest ku artêşeke modern ava bibe

Hevalê wî Mistefa Arî Şefîq ragihand ku dema Sait Çürükkaya ji PKK’ê vediqete sedemê vê wiha eşkere dike: ”Min canek nîne ku di rêya komara demokratîk de bidim. Heke min canek hebe ez ê wî jî di rêya serxwebûnê de bidim.” Şefîq got ku; Du armancên sereke yên Çürükkaya hebûn. Wî bawerî bi pêkhatina tevgereke kurdan ya azadîxwaz û avakirina artêşeke modern dianî û ji bo wan hewl dida. Van hewldanên wî di nava kurdan de kelecanek pêk dianî.

BasNûçe

About The Author