Pirojeya perçekirina Kurdistanê

Bextiyar Şaxî

Pirojeya Tevgera Goran bo destdanîna Hikûmeta Iraqê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê û kombûna mamosteyên Silêmaniyê li pêşiya ofêsa Parlemantoya Iraqê û axaftinên Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê yê ser bi Goran ve, belgeyê piştrastkirî ne ku ew tevger ti baweriya wê bi Herêma Kurdistanê û hebûneke serbixwe ji Kurdistanê re tune ye, ku armanca wan ya yekem û dawî navê wan e, ku hemû bizava wan dikeve xizmeta dagîrkeran.

Mixabin eşkere bûye ku êdî beşek ji endamên YNK jî ligel Goran dixwazin mamosteyên devera Silêmaniyê bikin alavên meramên xwe bo hinek destkeftên taybetî, ku bi wê yekê dê Kurdistanê û gelê xwe bikin qurbaniyên rêkeftinên xwe ligel Malikî, ku bi vê yekê jî partiyên wan tenê sûdeke demkî werdigirin.

Di salên 60 de hinek siyasetmedar û kesan bizava kurdatiyê perçe kirin, niha paşmaweyên wan li ser heman riyê dimeşin, piştî ku di qonaxa yekem pêşniyara qutkirina budceyê Kurdistanê pêşkêşî Malikî kiribûn da ku rewşa aborî ya Kurdistanê têk biçe û xelk li dijî hikûmeta Kurdistanê derkevin û ew jî li wê pêla nerazîbûnan siwar bibin, niha jî û di qonaxa duyem de dixwazin bi rêkeftineke din Silêman û Helebçe cuda bikin û Herêma Kurdistanê hilweşînin, bi vê yekê jî ew xwena ku bi “fedraliya parêzgehan” didîtin û ji wan re neçû serî, niha dixwazin bi modêleke din wê xwenê sax bikin.

Meha Nîsana borî de min di gotarekê de amaje bi wê pilanê kiribû ku Newşîrwan Mistefa ji London şandibû ji Silêmaniyê re û destpê kiribû û niha hevalên wî kar bo perçekirina Kurdistanê dikin.

Gelo xelkê Silêmanî û Helebçe û beşek ji Germiyan, dixwazin heta heta bindestê wê zihniyetê bin ku ev 25 sal e tek hûkmê wê deverê dike? Gelo dê ew xelk bihêlin ku ew bibin alav bo caşetiyeke nû?

Xelk nerazîne û mafê wan e ji dil ve hewar bikin, lê li dijî kê? Gelo Hikûmeta Kurdistanê pereyên Silêmaniyê qut kiriye yan hinek berpirsên herdu partiyên Silêmaniyê? Gelo Hikûmeta Kurdistanê pereyên avakirina Silêmaniyê xwariye yan parêzgehê wê yê Goran ku heta niha ji yasayê revya ye? Gelo Hikûmeta Kurdistanê pirojeyên Silêmaniyê cîbicî kirine yan herdu partiyên deselat li wê parêzgehê? Gelo petrola Germiyan bi tankerên hikûmetê diçin Îranê yan bi tankerên berpirsên hizbî yên devera Silêmaniyê?.

Lewma eger nexweşî û nehametî hebe jî di histê wê zihniyetê de ye ku dahata ku heye jî ji hizb û şîrketên wan bûne û bi sedan hezar donim erd li wê navçeyê kirine xelat ji berpirsên xwe yên herdu partiyan re, lewma ji mafê xelkê ye nerazî bin û raperînê bikin, lê ne li dijî serxwebûnê û li dijî welatfiroşiyê.

KDP.info

About The Author