Kes ne mecbûr e wek kesî bifikire

Hejarê Şamil (Askerov Gajar) li gorî fikir û nêrîna xwe qala hezar û çarsed sal berê kir; hezar û çarsed kurdên mejiyê wan bi hezar û çarsed hadîs û ayetan bloke bûye, mîna Îsa bi hezar û „çar“sed mîxan ew daliqand…

devliken

Kurdîtî û Kurdistan di ser hemû ol, bawerî, îdeolojî, rêxistin û partiyan re ye.

Kes ne mecbûr e wek kesî bifikire.

Û kes ne mecbûr e tenê ya dilê we, li gorî dilê we bibêje.

Çi oldar…

Çi partîzan…

Çi însan û çi neînsan…

Hûn çawa pîrozwerên xelkê rexne dikin, heqê xelkê jî heye pîrozwerên we rexne bikin.

Û kesên hûn ji wan aciz in, ne xwe aciz bikin, ne wan; wan neşopînin û qediya.

Ez êrişa li Hejarê Şamil bûye şermezar dikim.

About The Author