Kê li ser te xwendiye xalo can?

cemil-cewher

 Hevserokê PYD xalê we Salih Mûslim, li Parlamentoya Ewropayê, di semînerek taybet de axivî û dîsa lotikek qerase li nav guhê Kurdistanek serbixwe xist û dijminatîya PDK kir. Xalê me Salih Mislim, ragihand ku wan tenê bi PDK re arîşe û pirsgirêk hene û got: „Bi allahwekîl PDK çavkanîya pirsgirêkan e“ filan û fîstan.

Piştî ku sofîk û melayên Tehranê li dijî Kurdistanek serbixwe derketin bi çend rojan, xalê me Salih Mislim jî daw û delingên xwe hildan û di Parlamentoya Ewropayê da lotik û zîtirkan.

Salihê me di axavtina xwe de li dijî netew-dewletbûnê û serxwebûna Kurdistanê derket û got: „ Ez bi serê Beşar Esed bikim, modêla dewleta netewî li Rojhilata Navîn modêlek neguncaw e û ezmûna me li rojava jî serkevtî ye“ filan û bêvan.

Yanî, netew-dewlet û Kurdistanek serbixwe ne di rojevê de ye û ne pêwist e, modela wan ya Kartol û Kartonan serkeftî ye û ji xelkê re modêla herî baş û seksî û germik û nermik e.

Xalê me Salih Mislim, di derbarê PDK de jî axivî, çend mîrkut li nav serê PDK û Barzanî xistin, bi awayekî neyarane nêzîkî PDK û Barzanî bû û PDK wek bingeha arîşe û pirsgirêkan nîşan da.

Li gor gotina xalê me Salih beg, navbera wan û her mexlûqatî xweş e. Çi li rojhilat, çi li bakur, çi li başûr û rojava, navbera wan û her rêxistin û partîyê wek şîr û şekir xweş e, lê tenê PDK serê wan dêşîne û ji „modêla wan û xelkên çeqilmast“ re dibe arîşe.

Û çima PDK û Barzanî serê xalê we Salih û PYD, PKK, Îran, Iraq, Tirkîye û Sûrîyê dêşîne?

Ji bo ku PDK û Barzanî doza Kurdistanek serbixwe dike û piştgirîyê dide ENKS.

Ê law hey malnemîrato, xalo can, xwedêhişto, ma tu jî ji sala 1998 heta 2003an ne endamê PDK-S (Partîya Demokrata Kurdistana Sûriyê) bû? Çima wî çaxî te doza Kurdistanê dikir, lê niha tu bûyî dijminê Kurdistanê qurbano? Kê bazbend û nivişt ji te re çêkiriye, kê devê te girêdaye û morîka xewê xistiye guhên te, kê li ser te xwendiye ya Salih efendî?

Hema bi qasî ku tu li wan Erebên qûnreş û sofîk û melayên şaşikmezin difikirî, piçekî jî li brayên xwe yên Kurd û li welatê xwe Kurdistanê jî bifikire babam.

Ma ne eyb û şerm e tu gilîyê PDK di Parlamentoya Ewropayê de dikî û kêfa xelkê li brayên xwe tînî yewel!

Na na, ez dibêjim ev jî taktîk e û modêlek nû ye allahwekîl…..

Modêle ekolojîk, demokratîk û kartonolojîk e wesselam…

Hewlêr

 

About The Author