Coxrafiya netewî û coxrafiya şoreşê

Kerîm Perwîzî

Neteweya Kurd li ser axa welatê xwe digel êrîşa bîhaniyan û dagîrkirina axa wî û malwêranî û kawilkariyê berbirû bûye, û bi sedan sal e ku di pêxeman cardin bidestxistina çarenivîsa xwe de xebatê dike.

Bi dirêjahiya dehan salên derbazbûyî û bigre sedsala derbazbûyî, bitaybet li Îranê, ev çewaşekariya dîrokî tê kirin ku, hemû neteweyên Îranê xwediyê dîrokeke hevpar in û bi aştî li kêleka hevdu jiyana xwe dewam kirine! Eva di demekî de ye ku neteweyên Turk û Kurd û Ereb û Belûç û Turkemen, bi awayekî berdewam hatine tepeserkirin û tenanet gellek caran jî hatine qirkirin. Eva dîroka hevpar nine di navbera neteweye serdest û neteweya bindest de, belkî du rûyên dîrokê ne, rûyek zulm û zordarî, û rûyê din zulm û zorlêkirî!

Di nava neteweya Kurd de bi dirêjahî û panahiya axa Kurdistanê, netweya Kurd digel zulm û zordarî û kawilkariyê berbirû bûye, û coxrafiya netewî ya wî ji Makû û Selmasê bigire heya Îlam û bajarên jêrdetir, vedigire. Lê şoreşek ku hatibe kirin, seranserî ev coxrafiya netewî li xwe negirtiye, û niha jî Rasan a Rojhilat, di qonaxên despêkî a xwe de ye, û hêj coxrafiyek berfireh li pêşber heye ku gerek bixe bin bandora xwe. Eva xincî vê ye ku Kurd li bajarên Tehran û Îsfehan û Qezwînê jî hene û bitaybetî li Bakûrê Xorasanê bi sedan hezar kes hene ku ji aliyê deshilatdarên Îranê ve, li ser axa xwe hatine derxistin û dûrxistin.

Dema mirov li xebat û serhildnên netewî ên gelê Kurd dinêre, coxrafiya netewî û coxrafiya şoreşê di qonaxên curbicur ên dîrokê de, bi sedemên curbicur weke hev nebûne, û coxrafiya şoreşê hemû coxrafiya netewî lixwe negirtiye, ji aliyê din ve dujminê sereke yê gelê Kurd, wate rejîma sereberedayî a Tehranê, berdewam hewla hiloşandina coxrafiya netewî û netewa Kurd daye, da ku wan ji şoreşê dûr bixîne.

Hêza pêşmergeyê Kurdistanê pêşengê şoreşê ye, û erkê sereke yê pêşmerge bûye ku bi dirêjahiya dîroka serhildanan, agirê şoreşê bibe her derekî welatê xwe yê dagîrkirî. Lê niha û di vê sedsala nû de ku bi hezaran guherînkarî di bingehên zanyarî û têgihîştinêna civakê û herweha alavên peywendiyan û …hwd çê bûne, bitaybetî di Rasana nû a Rojhilatê de, xincî pêşmerge, erkê ser milê parên din ên civakê ye ku agirê şoreşê geştir û gerimtir bikin.

Şoreşa netewî û demokratîk, şoreşek e bona vê ko hemû qat û texekî civaka Kurdistanê bi aramî û asûdeyî bijîn, û şoreşek e bona bidestveanîna azadiyê bo hemû parên civaka Kurdistanê. Şoreşa netewî-demokratîk, şoreşek e di pêxema selimandina keramet û hebûna netewî de, lewra bi peydakirina rê û mîkanîzmên pişikdariya tevaliyan, dikare geştir û ji serkevtinê nêzîktir bibe. Rasan a Rojhilat gerek pêngav bi pêngav û qonax bi qonax coxrafiya şoreşê û coxrafiya netewî, wekhev bike.

KurdistanMedîa

About The Author