Ketim kezeba rê

Ketim kezeba rê…
Seet nizanim çi bû,
lê piştî nîvro, berî esir bû.

devliken
Berî melê esir azan bide li otogarê peya bûm.
Ji wir jî ketim texsiyekê û min berê xwe da navnîşanê.
Deh an duwazdeh deqe dewam kir rê.
Li ber deriyê kafeyekê bi cil û bergên pir seksî sekinîbû.
Porê wê mîna mirov di ava zêr de dake dibiriqand.
Mirov heqê kuafor nexwe,
xweş lê xebitîbû.
Makyajeke sivik, lê lêvên wê mîna qeresiyên stewyayî di nav wê makyajê de sorzepitî bang dikirin.
Sînga wê comerd, nav pêsîran çav dieziband ber bi xwe ve.
Etekê wê yê ne kin ne jî dirêj xwe li her du çîpên mîna sipîndarên nuhgihîştî pêçabû.
Ji texsiyê peya bûm,
Bi nermî min ew himbêz kir
û her du gepên wê lê nêzîkê lêvên wê maçî kirin.
Çawa lêvên min gîhaşt tenê wê, min serîrakirinek his kir li jêr.
Qaşo mala hevala xwe eyar kiribû,
li wir me yê şeva xwe bi şehwetê bixemilanda.
Lê problemeke ne di hesêb de derketibû;
mal ne vala bû.
Em derbasî restorantê bûn;
derketin qatê jor.
Kes tune bû, salon vitîvala bû.
Em çûn li qiraxa paçê rûniştin.
Garson hat menû danî ber me û xwe da bende sparîşê me.
Me kofte-piyaz xwest.
Piştî dana sparîşan bi deh-panzdeh deqeyan xwarina me hat
û me dest bi xwarina xwe kir;
him me xwarina xwe xwar,
him bi haweyekî romantîk sohbet xweş kir.
Lê çavên me bi haweyekî şehwetvarî li ser hev digeriyan.
Em her du jî tenê li tiştekî difikirîn,
li heman tiştî.
Lê çawa û me yê çi bikira?
Hevala min berî min têr xwar û ji bo çûna destşoyê rabû ser xwe, ber bi destşoyê ve çû.
Heta derbasî destşoyê bû jî,
min çavên xwe ji ser qûna wê nezîvirand.
Qûneke gulover û têra xwe mêrkuj.
Min li dora xwe nêrî, kes tune bû.
Min piçekî guhdarî kir, ji jêr jî dengê hatinekê xuya nedikir.
Ez rabûm ser xwe û bi lez û bez ber bi destşoyê ve çûm.
Destşoya mêran û ya jinan li hev dinêrîn.
Û min xwe li ya jinan qewimand.
Bi ketina min a hundir, çavên hevala min wek du lonkuzan vêketin.
Lêvên wê kil bûn ku tiştekî bibêje, min nehişt
û min lêvên xwe bi lêvên wê ve zeliqandin
û xwe jî ew jî bênefes hişt.
Ji heyecan û şehweta wê kêliyê ji dengê dilê xwe pê ve me tişt nedibihîst.
Cîh teng bû,
dem teng bû…
Min ew zîvirand, berê wê da dîwêr
û etekê wê li wê pêça.
Bi lez min qayîşa pantor vekir
û pantor ji xwe şeqitand heya binya çongan.
Serçavê wê nêzîkî mirêkê, di mirêkê de me li çavên hev dinêrî.
Xwêdaneke tijeheyecan xwe li rûyê me girtibû.
Di şûna pêsîra wê yî çepê de te yê sûnd bixwara dilê wê ji sîngê pengiziye ketiye kefa destê min wê kêliyê.
Dengê heyecan û tirsê û dengê nalîn û axînê mîna hespekî westiyayî bi hev re ketibûn bezê.
Û beden bi cizbê ketin bi hatina piştê.
Me xwe da hev û li pey hev ji destşoyê derketin.
Em hatin ber maseya xwe, mase dabû hev garson.
Nizanim,
belkî jî bi me hisiya lê qêmîşî şehwet û daxwaza wê kêliyê nekir;
nexwest romantîzma wê şevê bi erdê de here.
Em hêdî hêdî daketin jêr,
me hesabê xwe da û xatir xwest ji şevê…

About The Author