BAVÊ MIN ZÎLIKA TE XWAR!

Jinikê tenûr dada û dixwest nên (nan) pê vede. Berî go nên bi tenûrê vede, derbasî hindur bû, pîvazek mezin perçiqand, zîlika pîvazê xwê kir û danî ser sênîkê. Dixwest zîlika pîvazê bi nanê germ re bixwe, qey dilê rebenê diçû nanê germ û pîvazê.

ciletci-mihe

Jinik rabû dîsa vegerîya ser tenûra xwe û dest bi pêvedana nên kir.

Di wê navberê de mêrê wê ji cot tê. Derbasî hindur dibe, dibîne wa zîlika pîvazê xwêkirî ye û li ser sênîkê ye. Hema texsîr nake, dikeve ser zîlika pîvazê û dixwe.

Kurê wan ê piçûk dibîne ku bavê wî zîlika pîvazê dixwe. Kurik dest bi revê kir, çû cem dêya xwe û kir qêrîn:
-Yadê yadê yadê!
-Kuro çi bûye belqitîyo, çi qewimî?
-Keçê zû bilezîn, bi xwedê bavê min zîlika te xwar!

Bû tîq tîqa jinên li ser tenûrê û pê kenîyan.

Jinikê jî şerm û fedî kir wesselam..

Îcar ev jî mesela me ye hêjano.

Dewletên dagîrker zîlika me xwariye û dixwe, me jî daye dû qaşilên pîvazê û em bi hev dikevin….

About The Author