Sivîl toplim qonfederasyonî!

Evdo Dîno

Berê digotin “Serokê Dinê” dûre dîtin ku nabe gotin “Serokê Miletên Mezopotamya”. De îcar dîtin ku ew jî nabe,  çi ku xelk û alem bi wan dikene, anîn hatin kirin “Serokê Xelkê Kurd”. Yanî di dest xwe de şaş bûne. Wele ew jî nizanin bibêjin çi.

De em werin ser demokratîk ekolojîk û mekolojikan.

Bavê min, yaw bi Kabê, bi Laleş, bi quds, yaw bi şeref ku min heta niha tiştek ji gotina “ekolojîk”  ti zibil fêhm nekir. Min çiqas ji ewên ku dibêjin HZ.Şêxê me  Selalahû Eley Weselem dipirsî, wan jî tiştek ji min re nedigot. Heta hîna jî min tiştek fêhm nekiriye.

Ez zanim hinekan niha diranên xwe qîç kirine.

Ê law Xwedêkî, bibêjin yanî we ji “demokratîk konfederalîzm” ê çi fêhm kir?  Ku we fêhm nekir, kesî qe ji dora we fêhmkirî hebû? Na na na.

Lê pekî “sivîl toplum konfederasyonu” çi jehr û ziqûm e?

Serê xwe bera jêr nedin, bibersivînin.

Hûn jî nizanin çiye ne?

Û hûn jî dizanin ku pir pir wê 3 mehan bajo ev teorî.

Bi Xwedê êdî min bi sedî sed yeqîn kir ku ev zilam yanî Şêxê me nexweş e. Yanî bi telaqê jinberdanê eger ew bi hemdî xwe xeber dide demeg ez tişkî nizanim.Yan sîlehê didin ber devê wî û bi zorê vana didine gotin, yan parêzarê xwe ne saxlemin û derewan dikin, yan jî ev zilam bi rastî nizane bê çi dibêje

Ê lawo qaşo min fakûlte xwendiye, qaşo bi salane ez di nava tevgera Kurdî de me, qaşo ez têra xwe xwe nivîskar û ronakbîr dibînim, bi şeref û namûs ku min gotinên vê dawiyê yê Şêx xwendin, dûre min serê xwe wa berjor kir min got ka çi di serê min de maye, yan min çi ji Şêxê xwe fêhm kiriye. Bi telaq ku qasî bişkulekê dîsa di serê min de nemabû. Ê yaw qardaş, madem ez wanî me, yan jî, ma ezî bêfêhmim? Yan ev gotin dûrî fêhm û ferasetê bûn, min hîna biryar nedaye.

De ez pir najom ser Şêxê. Ew û ûjdanê xwe û xwendevan û ûjdanê wan.

Navê min Evdo Dîno ye , lê ji bîra mekin ku ji bo Sokrates û  Einstein jî digotin ev dîn e.!!!!!!

Îskandînawya

About The Author