Çolajan, ne xeyar e, ne bacan

Zinar Qelemşûr

Serok Barzanî bi siyaset û dîplomasîya xwe qûn li gelekan qetandiye û diqetîne. Barzanî diçe ku ala Kurdistanê jî bi xwe re dibe û di dilê wan de diçikîne.

Piştî ku Serok Barzanî hat Tirkiyê, tofan û qiyamet li Tirkiyê rabû û Kemalîstên Tirk û Kurd bi yek dengî wek keran ziriyan û êrîşî Barzanî kirin. Çima ku di serdana Barzanî de ala Kurdistanê li balafirgeha Stenbol û Enqerê hat daçikandin, nîjadperest, sosyaldemokrat û Kemalîstên Tirk û Kurd rabûn ser tapanan, qûn li wan qetiya û beicîn. Tew ji xwe Kemalîst û xwefiroşên Kurd ji Tirkan zêdetir xwe çirandin û li qûna xwe zor anîn.

Yek ji wan bîjî û dolheramên ku êrîşî Serok barzanî û ala Kurdistanê kir, nivîskarê rojnameya Hurrîyetê dijminê qewmê Kurd  Emîn Çolajan bû. Emîn Çolajanê ku kes nizane bezê binguhê bavê wî ji ku ye û bîjîyê kîjan dêlikê ye, heqaret li Serok Barzanî kir û rûyê xwe yê kirêt dîsa eşkere kir.

Emîn Quzêkerê Çolajan, li dijî serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyê derket, hem heqaret li Barzanî kir, hem jî li ala Kurdistanê kir.

Emîn Çolajan, çima ku Barzanî alîkarî daye PKK û PKK li ser xaka başûrê Kurdistanê paraztiye, wek „alçax“, „serokeşîr“ û „eşqîya“ nîşan da. Ala Kurdistanê jî wek „paçikek bêqîmet“ nîşan da.

Balkêş e, ewladên zinê yên wek Emîn Çolajan ji bo ku Barzanî alîkarîya PKK dike êrîşî Barzanî kirin, û çapemenîya PKK jî ji bo ku Barzanî hatiye Tirkiyê û ala Kurdistanê daçikandiye êrîşî Barzanî kir û di refê nîjadperest û Kemalîstên wek Emîn Çolajan, MHP û CHP de cîh girtin.

Êêêêêêê, ev lêlê ye oxlim, hê lolo jî bi rê de ye!

Daçikandin û pêlvedana ala Kurdistanê nîşana nêzîkbûna serxwebûna Kurdistanê ye. Aha ji ber vê sedemê jî Kemalîstên Tirk û Kurd qûna xwe diçirînin û dest bi tir û fisên Kemalî dikin allahwekîl…

Ê de bajo Barzanî, bajooooooo!

Stenbol

http://www.sozcu.com.tr/2017/yazarlar/emin-colasan/bu-adi-herif-yine-turkiyede-1704037/

About The Author