SEREK û SEROK

Serek, zindîtî, merivtî, netewetî, baweriyên dînî û bêdînî diparêzin û lê xwedî derdikevin. Serekên netewên bindest rind dizanin ku netewên bi serê xwe nebin, nikanin li van hêjahiyên sereke yên merivahiyê xwedî derbikevin. Serok, xudbîn, çavsor, newêrek, sivik û derewkar in. Serokên netewên bindest dema dikevin destên dijminên xwe, dikanin xwe û peyrewên xwe bispêrin wan, û dikanin bi dil û can ji kolonyalîstên xwe ra berdestiyê bikin.


Medya bi peyvên çêkirî yên bê mane, bê giyan; bi tercûma peyv bi peyv a ji zimanên dereke; bi bernamên kesên nikanin bi kurdî bihênijin, di weşanên xwe yên sosret da serekên kurdan bi navê serok bi nav dike. Bê guman va yeka neheqiyeke mezin e li kurdên bi rûmet û serekên wan ên hêja. Ne tenê medya partiyên bi pesindarî, dijûnkarî û dijminatiya xoybûna netewa xwe, bi xwe da riye, medya netewî jî, bi xwendin, nivîsîn û tercûmên di bernamên xwe da di rewşeke sosret da ye. Va rewşa medya bindestan  hêjayî lêkolînên zanyarî ye.

Serek ji sereke ye. Sereke tê mana bingehîn û girîng, di îngilîzî da tê mana mainly. Serek di zanînên rêzaniya (political sciences) hemdem da tê mana headman û president a îngilîzkî Serek merivên xwedî vîna azad in; bi serê xwe, serbest, wêrek, bi rûmet, bi qîret û serketî ne. Serek, pêşeng û karger in. Ji berê da ji kesên pêşengiya hêlekê dikin ra serekê hêlê, serekê eşîrê, serekeşîr tê gotin.

Serek merivên sereke ne. Ne palûke ne. Zîrek in. Gotin û kirinên wan bi pîvan in. Bi gotinên kurt, berbiçav û xwedî mane peyxamên xwe didin raya netewî û navnetewî. Mevlana Celaleddînê Romî dibêje: “heke hûn bixwazin meriv ji we têbigihên, gotina xwe dirêj mekin, heke hûn nexwazin meriv ji we têbigihên, ta bi derziyê ve bikin.” Serek dixwazin meriv ji gotinên wan têbigihên, ne ku bi gotinên wan gêj bibin. Serek dizanin, ewê çi, çawa, çima, li ku, ji kê ra, kînga bibêjin û bikin. Şek in. Jîr in. Lihevhatî ne. Xwedî bîr û bawerî ne. Bi xwe bawer in. Serdar in. Şidiyayî ne. Kîp in. Ne jihevdaketî ne. Rêzan in. Rêber in. Avakar in.

Amanca sereke ya serekên netewên bindest, li bin ala netewî avakirina dewletek bi serê xwe û dadwer e. Hêza dinyayê hemî di destê wan da be, li kesî çavsorî û tadê nakin; dewletên dinyayê gişk dijminatiya wan bikin jî, serê xwe natewînin, xwe naspêrinê. Berxwedar in. Di sereknaman da çavsorî, serî tewandin, xwespartin, xayîntî, mirdarî û sifetên din ên bêkêr tune ne. Serbestî û jiyana bi serê xwe hawayê jiyana serekan û heval û hogirên wan e. Ji bo xweşiya xwe û xweşiya netewa xwe dijîn û dimirin. Dilê wan bi xweşiya merivan xweş dibe, bi nexweşiyên wan xemgîn dibe.

Serek mîna avên rûbarên asê ne; ji avzêm û kaniyan der dibin, ber bi derya û zeryan pêl bi pêl diherikin. Herikîna paşberkî, navberkî, berwarkî karê cuhok û geveran e, ne karê rûbaran e. Merivên li pey serekên xwe mîna kanî û avzêmên dûr û nêzîkî çaviyên rûbarên xwe ne; mîna rûbarok, çem û newalan ji çiya û kaşên bin berf û baranê xwe berdidin nav rûbarên xwe, û bi hev ra bi pêlên xurttir ber bi derya û zeryan bi xuşexuş û xumexum bi ser hev da diqelibin û diherikin jiyana bê dawî.

Di xebat û lebata serekan û merivên li pey wan da xweşî û aramiya jiyana bi serê xwe, serbestî û aryatî heye. Di kar û barê wan da bêmanetî tune. Her gotin û kirinek wan xwedî manekê ye. Ew mana tê û netê rind dizanin. Ji tê ra netê, ji netê ra tê nabêjin.

Bê guman, serek û kesên li pey xwe jî fêrişteh ninin, bê kêmasî ninin; mîna hemî merivên din yek caran şaşitiyan dikin, dikevin, berdêla kirinên xwe yên şaş û nerast didin. Serek, li cihê ku bikevin dizanin rajîbibin. Çi li ku wenda bikin, li wê derê lê digerin û heta nebînin jî dev jê bernadin. Qenc dizanin kesên nikanibin li şûjina xwe xwedî derbikevin, ne dikanin li genim û ardê xwe, ne jî dikanin li kerê xwe xewedî derbikevin.

Serek, bi pesindar û dijûnkaran ra nabin heval. Ne bi kesên li cem jê ra xweş dikin, li dû dek û dolaban digerînin, bi kesên jê ra rastiyan dibêjin ra dibin heval. Zanin ku hevalên meriv mirêka kesitiya meriv in. Qedr û qîmeta didin dijminên xwe yên merd û rastgo nadin merivên xwe yên namerd û derewkar. Zanin ku dijminên merd û rast ji hevalên derewîn, zexel û xapînok çêtir in.

Serek xwedî exlaqekî bilind in. Ji dizî, gendelî, mirdarî, genîtî û bêexlaqiyan ra çavên xwe nagirin. Kesên van sûcan bikin kî dibin bira bibin di heman şertan da bi heman hawayî derdixînin ber dadgehan û ji bo cezayê ku heq kirine bigirin çi ji destên wan tê dikin. Ji bo kargerî, dad, karkerî û parastin karên xwe bi pîvanên zanîna hemdem a warên xwe pêk bînin çi pêwîst be dikin.  Serek, ji bo hemî saziyên desthilatî (gouvernemental) û saziyên nedesthilatî  (NGO) bibin destirmayên berdewamiya xweşiya netewî û navnetewî ji dil û can karên xwe dikin. Xwedê, peyxamber, fêriştehên her dînî, zanyarên dîndar û bê dîn yarên wan in. Mirdar, pesindar, zordar, sextekar, derewkar, dijûnkar, diz û xwînmij neyarên wan in.

Serok tê mana serê piçûk, serê vala, serê bêkêr. Paşgira -ok di kurdî da paşgira rewşa kêmkirin, piçûkxistin, şîrînkirin û siviktiyê (bi îngilîzî: diminutive) ye. Zar û zarok, cuh û cuhok, rûbar û rûbarok, hêjîr û hêjîrok, mesele û meselok çend nimûnên vê rewşê ne. Meriv dikane wan bi navê zirserek yan jî serekên derewîn jî bi nav bike.

Serokên bindestan harîkar û berdevkên veşartiyên serdestan in. Helbet mîna tûtiyan gotinên wan peyv bi peyv dubare nakin; wan dixemilînin, ji bo merivên li pey xwe çêtir pê bixapînin çi pêwîst be dikin. Li dek û dolabên sedestên xwe fen û fûtên xwe jî zêde dikin. Dema dipeyivin ta bi derziyê ve dikin; ji bo peyxama cejnekê bidin bi saetan dipeyivin. Bi axaftinên dûr û dirêj ên xwedî gelek têgehên neberbiçav û gotinên xweş ên wekî demokrasî, jiyana komîn, riya dîn û dîndariyê, mafên merivan, mafên jinan, parastina sirûştê mêjiyên peyrewên xwe ditevizînin. Di rastiya xwe da alaqa wan bi van têgehan ra tune.

Serok di nav heval û hogirên xwe da şaşitî û kêmasiyên xwe naynin zimên, û rê nadin kesên din jî behsa kêmasiyên wan bikin. Lêbelê ew bi navê xwerexnekirinê bi her kesî ji xwe bi xwe ra gotinên pir giran didin nivîsandin û gotin. Paşê wan gotinan ji xwe ra dikin çek û pê hêrîşî xwediyan dikin. Bi vî hawayî merivan bê kesitî û bê vîn dihêlin. Êdî çi bixwazin dikanin bi wan bidin kirin. Serokname, bi dek û dolab, serî tewandin, stûxwarî, xwespartin, fen û fût, zikreşî, çavnebarî, çavsorî û mirdariyan dagirtî ne.

Merivên dane pey serokan û ew kirine bela serê netewa xwe peyrew in. Peyrew di nav xwe da dibin du par: ên pêşîn di her şert û mercî da ji gotinên serokên xwe dernakevin, ên dawîn ji bo berjewendiyên xwe ji gotin û kirinên wan sûdê werdigirin. Peyrewên dawîn berjewendîperest in. Ev peyrew bi hebûna serokan û peyrewên pêşîn jiyanek demane ya zengîn dijîn. Ev kes bi piranî pesindar, derewkar, şelaf û kurtêlxwar in.

Serek û serok bi kesitî û hawayên jiyana xwe bi qasî erd û asîmanan ji hev û din dûr in. Ne serek dikanin hewqas dabikevin jêr, ne serok dikanin hewqas hilbikişin jor. Serok mîna seriyê genimê vala ne. Ez û eziya wan, xudbîniya wan ji wî serê vala ye.  Ji dêvla bi serekên netewa xwe ra karên pêwîst bikin, dijminatiya wan dikin. Ev meriv her çiqas zarên eynî netewê bin jî bi qasî rojhilat û rojava dûrî hev in. Roj li serekan nare ava, li serokan hilnayê.

Nusaybinim.com

About The Author