Kurmanc û tîtî

Dilsotî

Birano hûn zanin „Tîtî“ çi ye?

Belê, belê navê tilorekî ye, ku li dor gundên Kurmancan dijî….Yanê bi kKurmancan re dijî. Û gava du kes bi hev re bijîn, sincî û adetên hev jî radikin.

Êêêê…

We niha naskir Tîtî çi ye û kî ye.

Baş e!

We heya niha refên Tîtîyan dîtine?

Nexêr, refên Tîtîyan tinene. Ew jî wek me Kurmanca ne. Yan jî em Kurmanc wek wan in, refên me tinene. Em her yek bi serê xwe ne, em mirovên azad in. Em mêr in lo! Ma çima emê li pey kesekî din biçin hê…? Her yek ji me divêt partiyeke xwe bi xwe çêbike. Erê, erê, ez rast dibêjim, her Kurmancek divêt partiyek be. Yanê wek nimûne: Ez, du zarokên min û diya wan, em dibin 4 partî. Hûn dizanin, gava em wisa bikin, em dibin çiqas partî? 25 miliyon Kurmanc dike 25 milyon partî. Lawo! Bi Berê Qadirî, bi Şêx Badînî, bi Erza Dûdûkê, bi Tekmanê Gola Nadûkê, heger em wisa bikin, emê seranserê dinyayê têxin bin hukmê xwe. Hele ji xwe re bifikirin: 25 milyon partî! Yawo kî dikare zora me bibe. Çînî û Hindî wê tev bibin koleyên me û Ewropayî û evên din jî wê tev xizmeta me bikin, ji ber ku partiyên kesekî wê ji yên me ne bêhtir bin. Ma mesele ne bi demokratiyê ye?! Emê her mijarekê têxin dengdanê. Bila li seranserê cîhanê hebin hebin milyonek partî…Ez bawer nakim, ewqas tinene jî. Lê em? Em 25 milyon partî…Ewê çawa zora me bibin?. Qet bê îmkan e.

Niha we rê naskir. De yalla û ya Xwedê, rabin dest û zendên xwe vemalin û her yek partiya xwe durist bikin. Bixwe, em ji vê rewşê pir ne dûr in ha. Hûn jî tev dizanin, ku Kurmancên here pêşketî yên Başûr-Rojava ne. Binêrin çiqas partiyên wan hene….Binêrin hindik maye, ku her Kurmancek li wir bibe partiyek. Yanê wan bi rastî êdî mesele baş fêhm kiriye û rê naskirine. Wek nimûne: Partiya Abdulfilan, Partiya Abdulbêhvan, Partiya Abdulquzilqurt, Partiya Abduljehr û hwd…..

Rojekê partiyek ji van li mînîbusekê siwar bûne (12 kes in), serokê wan radibe dibêje: Lawo hûn dizanin em çi xeletiyê dikin?: Partiya me va ye hemî di mînîbusê de ye, heger mînîbus biqulibe, hîngê partiya me xilas dibe û kesek jê namîne…Diviyabû me ev xeletî nekiriba.

Baş e!

Heger hûn bi Kurmancên Başûr-Rojava razî nabin, ez nimûneya Kurmancên me yên li Swêdê ji we re bêjim. Ma di vê de jî şik û guman heye, ku rewşenbîrên me yên li Swêd, Kurmancên here pêşketî ne?!. Ez bawer dikim, ku gumana kesekî li ser vê çênabe. Belê, belê, her kesek dizane, ku kurmancên me yên herî aqilmend li Swêdê ne. Her yek ji wan simbêlên xwe badide û qet nebe ne her yekî ji wan bi dehan pirtûk û roman nivîsandine. Eslinde (biborin ev bi tirkî ye) Kurmanciya ku heye wan afirandiye….Ev Kurmancên din tev gêj û lal in, kesek bi tiştekî nizane….Giramêra ku heye wan afirandiye, roman wan afirandiye, çîrok wan afirandiye….Her tişt, her tişt….Temam bira temam, me fêhm kir, wan her tişt kiriye.

Êêêê?

Wan çi şîret, agît, temî û nesîhet li me kir?

Hemî tev qêriyan û gotin: Divêt em piştgiriya Başûr bikin. Kesekî negot: Em xweliyê li serê xwe bikin û em li rewşa xwe bifikirin. Kesê ku nizanibe, wê bêje qey Başûr bi piştgiriya wan rizgar bû. Temam, bila wisa be keko.. Başûr bi piştgiriya we rizgar bû. Baş e, niha Başûr deyndarê we ye, we ew rizgar kir, lê niha Kurmanciya we li kû ma? Kurmanciya we niha li wir bi qurişekî nake. Ji niha û pêde wê kî roman û pirtûkên we bixwîne? We ev roman ji bo kê nivîsandin efendim? (biborin ev jî bi tirkî bû). Lê belê aqilê we hên jî nehatiye serê we, de fermo hên biqîrin û bêjin: Divêt em piştgiriya Başûr bikin.

Êêêêê?

Û wê kî piştgiriya bakur bike baba?

Ma bakur û bakurî ji Eyşika Ereb in?

Kurmancên bakur xwe li ser Soranên başûr kirin

Bela piçekî Soranên başûr jî xwe li ser Kurmancên bakur bikin kaka, ma qebhet e?

Em tiştekî zêde ji wan naxwazin kaka.

Hema bela di perwerdeyê de Kurmanciya me bê bikaranîn bes e allahwekîl…

About The Author