Daweta bi çarox

Faris Kilso

Ez çi serê we neêşînim.

Dengê hîrîna hespekî di axurê zilamekî feqîr de hat. Zilamê feqîr çû axur. Malikê tu xeranebe! Hespekî zîn û zengokirî, li ber alif girêdayî, ber tije ka û ceh bû. Xirmîna hespê bû û êmê xwe dixwar. Zilam destê xwe danî ser hespê, bi ser zîn, zengo û hevsêr ve bir û anî. Wek ku wî deh salan ew xwedî kiribe, hespê stiwê xwe pê dixwurand. Cara yekem zilamekî feqîr xweşhal bû ku barê keremê ew diyarî jê re şandiye. Zilam lez li lingan kir û ew xweşhalî ji xatûna malê re got. Vê carê herdu pêkve hatin axur lê hesp bûbû rêviyek (rovî). Zilam li ber derî sekinî, jinikê rêvî di axur de bir û anî. Rêvî keys dît û xwe li derî xist lê zilam teriya wî hişk girt û berneda. Lê rêvî li ber xwe da û xwe xelas kir, lê terî di dest mêrik de ma. Mêrik terî xiste destê xwe û ew û jinik hatin hundirê xwe. Piştî qederekî zilam dest avêt bêrîka xwe û xwest teriya rêvî jê derxe, lê mîrat bûbû zirneyek zer.

Azîz xeyolar!

Nêta me ew bû ku em dewletek Kurdî çêkin, gelek kes ji Suriyê, Libnanê, Rûsya û Îranê hatin nav sefê cimhuriyetçî kardeşler. Nêzîkî şeş hezar ji Kurdên Suriyê hatine şehîdkirin û hêjî gelek ji wan li serê çiyê ne. Xeyo, heger em dewqiratîk Kurdxweriyê çêkin, gelo wê çi bibe nesîbê hevalên başûrê biçûk, yê mezin û rojhilat? Ew rebenê ku li Rûsyayê di bin gîzma segbavê Stalîn de perçiqî bûn, emê çi bidin wan? Babam YNK, PDK û yên din hemû revisyonîstbûn, lê yê me em Seyidxanê guhker bûn û sekana peyabûn. Kuro xwelî li sero, ji wan şerm bikin! Ew jî brayê me ne û ne ji Eyşika Ereb in baba! Erê lo, dibêjin wê Ehmedê Tirk doza me bibe serî (!) Demekê Serokê netewî ew kiribû xayîn û têkilê dijmin.

Hesen heyra merî kuro merî

Lê eger ji tirsan re tu herî

Tivingê deyne hêja herî

Kuro te digot ez xwediyê sûstema devbixwîn im

Roja biqewime ezê qira leşkerê dijmin bînim

Te digot ez kewê ribatim beranê çargurçik im

Te digot ez mêrekî bi kefîl û her bi deman im.

Lolo lo mîro bê ray û bê tedbîro

Ga û gamêş çûn maye çêleka qîro

Çot dike bê kulab halet û şinîro

Kesê zana her zane lê yê nizane dibêje qey mesele li ser baqê nîska ye.

Bi telaqê ya lêvdeqandî ku wextekî li bin konê Ereban bû, ez ji vê daweta bi çarox û vê helperkandina cemidî tiştekî fêm nakim û hûn sax!

 

Swêd

About The Author