Bijî Niyhandina Xwezanan!

Nezaniyê mala kurdan xera kiriye.

Li hember netewbûnê pirsgirêka herî mezin, nezanî ye.

Û roj bi roj bi niyhandina nezanan nezanî belav dibe û nezan pirtir dibin.

Biryarek divê, biryareke tund divê.

Biryareke Hîtlervarî…

Wek biryara Hîtler a ji bo netewa elman hişk, lê bê xwîn, bi şêwazeke nerm-însanî.

Ez nabêjim kîrê nezanan jêbikin û quzê nezanan dax bikin.

Na, heqê wan jî heye di hev nin û zewqê bistînin, lê bi şertekî!

Divê di hev nin, lê zuriyet ji wan zêde nebe.

Pêwist e ji bo vê projeyê jî lijneyek ava bibe; ji kesên di warê hestî, hişî, zanyarî, edebî, hunerî, civakî de, bi kurt û kurmancî, ji kesên di warê însanî de pispor-pêşketî pêk bê û kesên bizewicin an beyî zewac bixwazin zarokan çêbikin, pêwist e ewil serî li vê lijneyê bidin.

Nezanî ne qeder e û divê nebe qeder.

Çare hêsan e. Ne serê xwe biêşînin, ne jî wan ji kêf û zewqa wan mahrûm bikin.

Ji bo çêkirina zarokan, tenê destûrê bidin xwezanan.

Xwezanên hişê wan, tenê ji bo başî-qencî-xweşî-pêşketin-nûbûnê dixebite…

Xwezanên hiş û hestên xwe bi hev re perwerde kiribin.

Dema tenê hiş perwerde dibe-pêş dikeve, kesên mîna Hîtler, Marko, Mîsolînî, Ataturk, Îsmet Înonu, Sedam, Humeynî û yên wek wan zêde dibin û deshilatî dikeve destê zaliman.

Loma, pêwist e hiş û hest bi hev re perwerde bibin-pêş bikevin, da însan zêde bibin û desthilatdarî têkeve destê însanan. Û bi xwe xweşanîn-masturbasyoneke bi zaneyî, ji hezar niyhandinên nezanî xweştir, baştir, bi tahmtir, bi zewqtir e.

Dema du zana-entelektuel dinin hev, ne tenê kîr û quzê wan, mejî, nêrîn, kesayet û hestên wan jî bi cizbê dikevin.

Min û yek pir nezanîn jî niyhaye hev, min û yek pir zana jî.

Nabe meriv wan bide ber hev.

Ji wê çalakiya xwedayî re heqaret e dema meriv wan bide ber hev.

Loma bav û kalên me kerên xwe nedidan bi jinên xwe; bi çavê jina xwe li kerên xwe dinêrîn. Lê li cem dê û pîrikên me jî, di navbera ker û mêrên wan de tu cudatî tune bû.

Formul li gorî denklemê ye.

Û saxlema wê jî li encamê derdikeve.

Nezanî, kertî bi xwe ye.

Ji nezanî û kertiyê re na.

Lê tu eleqeya vê „NA“yê bi referandûma wan bênamûsan tune ye. „Erê“ jî derkeve ew tirk in, em kurd in; „Na“ jî derkeve ew tirk in, em kurd in.

Lê heger „Na“ya ez dibêjim pêk were, em ê him bibin kurd, him bibin neteweke pak, him jî bibin xwezan.

About The Author