Bi xêra xwe çar qirûşan bidin Îbo

Birastî ez gellek li ber lehmecûncî Îbo ketim. Bi xêra wî gelek kesan gepik nan dixwar û di şîrketên wî de dixebitîn. Lê piştî ku ew brîndar kirin û rebeno ji çap xistin, dilê kafiran bi halê wî dişewite û ji piyasa muzîkê wenda bû.

Stranbêjê Kurd û bilbilê kantona Ruhayê Îbrahîm Acises (Tatlises) di rewşek xirab de ye. Hem aborî, hem jî bedenî jihevde ketiye û li gor gotina wî, bi zikek têr û yek birçî debara xwe dike. Îboyê ku li ser dik û sehneyan wek bilbilekî çil ziman dikir dixwend, îro bûye wek bûm û kundekî bêkes û dilê xwe bi xwe dişewitîne.

Îboyê me  ji çapemenîyê re gilî û gazindên xwe anî zîmên, girîya û dilê kafiran bi xwe şewitand. Tatlises, da zanîn ku wezîr, midurê emnîyetê, dadwer û sawcîyên wê demê zanîbûn ewê bê brîndarkirin yan kujtin, lê kesî dengê xwe nekir û bûn şirîkên brîndarkirina wî.

Tatlises, rewşa xwe ya aborî jî wek rewşek xirab anî holê û got: „Jina min ji min berdayî be, ez bi serê îsot û lehmecûnan Ruhayê bikim, ev 6 sal in ez naxebitim. Dest danîne ser hemû mal û milkên min. Balafira min çû, xanî û milkên min heciz kirin. Kes napirse ka ez çawa debara xwe dikim yaw. Hey min di we kirino, hûn bi deng û stranên min mezin bûn, we li ber stranên min bi xwe xweş anî, ma ewqas bê wîjdanî û bê wefayî dibe oxlim?“.

Belê..

Îsothez Îbo di lotika xwe de behsa mûçeyê xwe jî kir û kezeba me şewitand.

Îbo got: „Rewşa min a aborî pir xirab e. Ez mehê 1.600 lîreyî ji dewletê distînim. Ev pare ne têra îsotan dike, ne jî meriv kare pê têr lehmecûn bixwe. Ne dikeve ber diranên min, û ne jî qorzîkek zikê min pê tije dibe allahwekîl“ filan û fîstan.

Erêêêêê erê!

Ka ew Îboyê ku di koçk û serayan de diket ser dilê jinên kezîzer..

Ka ew Îboyê ku bi milyon dolaran dilîzt û şûr simbêlê wî nedibirî…

Rebeno bûye wek wan gayên xesandî û wek parsekên li kolanên bajarê Ruhayê..

Dinya ji kesî re namîne ha…

Wey dinyayê..

Min di te nîhayê dinyayê….

About The Author