DERSÊN SADE YÊN KURDAYETIYÊ

Elî Ewnî

Neteweya Kurd û gelê Kurdistanê, di piroseya avakirina neteweyî de, bi wateya nû û modêrin deyndarê Barzanî yê nemir e. Partî Demokratî Kurdistan bi rêbertiya Barzanî yê nemir karîbû hizirvan û rewşenbîrên Kurdistanê, li hemû pêkhateyên neteweyî û ayînîyên cuda yên nav welatê parçekirî li dor hev kom bike. Herwesa ji aliyê hizrî ve jî karîbû bernameyekê ji bo rizgarî û pêşerojeke zelal ji takên ser axa Kurdistanê re darêje.

Barzanî bi avayekî kirdarî dersên avakirina neteweyî, nîştimanperwerî û rizgarîxwazî pêşkeşî takên Kurdistanê kir. Wî bi beşdarbûna şoreşa şêx Seîd re, bê felsefe û teorî ji Kurdistaniyan re got „bakurê welat jî nîştimanê me ye, gelê bakur gelê me ye“. Barzanî bi tevgerkirina girupek fîdayî û berevanîakirina li Ermeniyan, bi rizgarkirina Endiranîk paşayê Ermeniyan û zelamên Ermeniyan, bêyî ku di warê felsefî de pişt bi van belgeyan girê bide ku di pertûkên biyaniyan de hene, em hînî vê dersê kirin ku Kurdistan welatê xelkê xwedî ayîn û neweteyên cuda ye jî. Di vê piroseya berevanîkirina Ermeniyan de, Barzaniyan bi rêberiya Barzanî yê nemir 5 şehîd dan.

Barzanî yê nemir bi beşdarbûna xwe ya li komara Mehabad û sekina wî ya li kêleka pêşewa yê nemir Qazî Mihemed, gellekî bi sadeyî ji me re got „li her cihekî Kurdistanê ku bizaveke rizgariyê hebe, erka min û her Kurdistaniyekî ye ji bo xurtkirin, parastin û berevanîkirina vê ronahiya ku dibe umêda gel, bibe serbaz“.

Barzanî pêwendiyek baş û sade li gel şêx Mehmud ê Hefîd, Simko yê Şikak, Xalid begê Cibirî, malbata Nehrî, malbata Haco ağa û Hwd hebû. Heya niha jî ev pêwendî li gel wan malbatan didomin. Bi vê sekinê re dersa Kurdistanîbûnê hînî me dike, ji me re dibêje „welatê me hatiye dabeş û parçekirin, lê em di têgihiştina giştî de yek gel û yek netewe ne, em weke netewe di ser tevaya pêgehên eşîretî, partî û çînayetiyê re ne“. Evane hemû ev dersin ku takên Kurdistanê ji reftar û kirdarên rêbertiya wî hîn bûne. Evana di nav rûpelên pertûkên nivîskarên biyaniyan de bi nav û nîşan in, rastî û belgeyên dîrokî ne.

Niha bi saya tekoşîna Barzanî yê nemir û şagirtên rêbaza wî, neteweyek ava dibe. Di vî warî de gihaye pêvajoyeke giring. Di aliyê ziman û nivîsîn, bixwebawer bûn û xwerêvebirin, herwesa di hunerê şer û diyarkirina armancan de, ku Kurdistan a serbixwe ye, dîsan di warê aborî û peydakirina riya jiyanê û nûjenkirina şarên Kurdistan ê, berdestkirina rewşa ewlehî û asayîşa Kurdistanê, eger hindek ji dagîrkerên xwe bilindtir nebîn jî, bêguman di asta wan de ne.

Weke xuyaye, di vê pêvajoyê de jî dagîrkerên welatê me vala nesekinîne. Bi her avayî hewil didin rûyê gelê me ji xalên geş wergerînin ser xalên lawaz û reş. Bêguman di dunyayê de tu welatek nîne ku xalên wan ên lawaz û reş tunebin. Heya bi Japon û Emerîka jî. Ev dagîrkerane bi riya xelkê qaşo xwendevan û hizirmendên cûce dixwazin li şûna per û baskên xweşik ên Tawiz, rûyê gelê Kurdistanê vegerînin ser lingên nexweşik ên Tawiz. Xuyaye bi erzanî post û birwanameyên doktora didin wan kesên ku xwe radestî wan kirine û teslîm bûne. Ew jî di bin wan navên ewqasî mezin de, rast û çep teoriyên xerîb li ser ”pêtivînebûna bi bizava neteweyî, xirabiyên serxwebûnê û başiyên bindestiyê“ pêşdixin, dixwazin wê jî bi gelê Kurdistanê bidin pejirandin.

Ez li benda wê nînim heya bidim pejirandin ku kêmasiyên me tunene, yan jî di rêbaza rizgarîxwaziya Kurdistanê de şaşêtî tuneye. Belkî dixwazim bêjim me bihişt ava nekiriye, lê em xerîkê afrandina bihiştê ne. Em di boseyê (kemînê) de ne, daku derfet ji dest gelê me neçin. Baş û xerab, ev tiştê ku li başurê Kurdistan pêk hatiye, ji bo parçên din ên Kurdistan ê jî dikare bibe seba û îlham. Bêguman xerabtirîn hikumet û desthilata Kurdistaniyan ji baştirîn û dilovantirîn hikumeta dagîrkeran baştire.

Ji bo vê jî pêdivî bi felsefe û teoriyên gir û mezin ên biyaniyan nîne, heya bizanibin gelo em çi dixwazin. Em gelek in ku jêrdestê sê netewe û çar welatan in. Welatê me hatiye dagîrkirin, pêdiviya me azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistan e.

Em dê hemû riyên bidestanîna xewnên xwe yên rizgarî û serxwebûnê bidin berxwe. Pêdiviya me ev e ku em di nav xwe de li gel hev bi rehim bin, demokrat bin û xwediyê bizavên sivîl bin. Divê li hemberî dagîrkeran tenê hizra me serxwebûn be.

Peyama Kurd

About The Author