Nisêbîn îroj xemgîn e

Abdulkerîm Koçhan

Nisêbîn îroj xemgîn e,
Bîranînên wê rengîn e,
Lê nizanim ê kengîne?
Li wê mirin, li min şîn e.

Fêr negirtin, ji salên par,
Çal lê kolan, wek gurên har,
Yek derdê me, kirin hezar,
Ew e xemgîn, ezî bengîn.

Nisêbîn xir û xal kirin,
Ew kulan tije çal kirin,
Em bêziman û lâl kirin,
Ew helişî, ezî stûxar..

Bist û şeş sal lê mêvan im,
Ew xwedî pez, ez şivan im,
Nisêbîn kal, ez civan im,
Ezî nexweş, ew birîndar…

Bask û per li me şikandin,
Av a spî li me çikandin,
Bi saxîtî, em mirandin,
L’ser hev neman kevir, dîwar.

Ezî bengîn, ew e xemgîn,
Rondik li ser dibine xwîn,
Nema têne hev, ew birin,
Li me xistin, tîrek xedar..

Lê dabû der, mirin memat,
Ne mirin bû, ne jî sikrat,
Li wir şaht bû, jiyan, heyat,
Him bi roj ê, him jî êvar..

Hîne gelek terman rax ê,
Nema nas dikim wê tax ê,
Çira mirand, wê kê pêxê?
Nisêbîn xemgîn, ez bengîn ..

 

Nusaybinim.com

About The Author