Ziman, nasname

Jan Dost

Di jiyana milletan de, ziman roleke girîng di avakirina bîrmendî û hişê netewî de dilîze. Hemû milletan giraniyek taybet dane zimanê xwe, bi gelek awayan ew parastine, pêşxistine û ji mirinê xelas kirine. Pêşiyên me Kurdan jî ev qayde ya zêrîn ku ziman bîreweriya netewî ava dike qenc nasdikirin.Her çendî ku têgihiştina wanî vê meselê ne mîna ya me be jî, lê wan dikarîbûn pirsgirêka ku neteweya kurd di bin barê wê de ye nasbikin, bi teşxîseke dirust nêzîkê bibin, lê bihizirin û heta çareyê jî bibêjin.

Melayê Cizîrî meselen; wî doz li xwendevanên kurd, li edebdost û şiirhezan, li feqî û melayên serdema xwe dikir ku helbestên wî bixwînin û dev ji Şîrazêyan jî ji Hafizê Şîrazî û helbestên wî berdin. Ewî dixwest bibêje ku hûn çima diçin berê xwe didin edebiyata biyaniyan, ya cîranan, ya faris û tirkan û hûn guh li helbestvanên di navxwe de nakin? Hûn Hafizê Şîrazî dixwînin û guh li Melê nakin ku bi zimanê we dinivîse?

Li ba Ehmedê Xanî (1651-1706) êdî teoriya kurdayetiyê (dewlet= nasname+netewe+ziman) kemilîbû û gihiştibû asteke bilind. Xanî bingeha ekola kurdayetiyê danî û sînorên wê ekolê çi di helbestên xwe de be, çi jî di Mem û Zîna xwe ya giranbuha de resimkirin. Wî dixwest beriya her tiştî ziman rizgar bibe, ji ber ku eger ziman rizgar nebe, xak jî nikare rizgar bibe. Rizgarkirina ziman, yanîhişmendiyek rizgar e, hizrek azad e. Tu bibêjî ez Kurd im, ev gellekî cudaye ji gotina bi tirkî  “benKürdüm“.  Yan bi erebî: “ enakurdî“. Yan bi farisî: „men kurdhestem“. Axaftina bi kurdî bi rengekî otomatîk te pê dihesîne ku tu endamekî vî milletî yî, axaftin yan jî ziman girêdana kulturî ya takekesekî bi komê re ye. Ji dengê afrîdeyekî mirov nasdike ku ew ji kîjan grûpa afrîdeyan e, çûk çîveçîvê dikin, mêş dikin vingînî, seg direyin, hesp dikin hîrehîr. Mirov jî diaxivin. Û jixwe her milletek jî bi awayekî taybet û cuda diaxive ku sînorên nasnameyê  bi wê axaftin ataybet tên kişandin.

Li vir ez dixwazim bibêjim ku ev hewldanên avakirina bingeheke neteweyî ji bo milletê kurd, tekane (îndîvîdûel) bûn. Kesên dilsoz, kezebşewitî yên zimên mîna serbazên parastina perestgeha zimanê kurdî daketin meydanê lê ji ber ku bi tena serê xwe bûn, ne sazî, ne mîrîtî û ne jî tevegrek tevayî bû nikaribû pêşxistinên mezin bîne meydanê. Desthilata kurdî jî bi pirranî dûrî wan projeyan bû, mînakên biçûk hene ku mîrên Kurdan nêzîkî sînorên wêje, dîrok û projeyên kulturî dibûn (ŞerefxanêBedlîsî / 1543-1503).Lê bi giştî ev pirs qet ne derdê wan bû.

Mela Mehmûdê  Bayezîdî (1797-1867) û Aleksander Jaba yê qonsulê Rûsyayê li Erzerûmê projeyek lidarxistin, ku berhema wê ji bo Kurdan bi kêmanî çend kitêbên hêja bûn derbarê civaknasî, ziman, ferheng û folklora kurdî de. Di wê demê de Bedirxan paşa jî hebû, Nûrullah begê hakimê Hekariyê jî hebû û hwd. Lê wan mîrên Kurdan nikaribû Mela Mehmûd û projeya wî bigirin ba xwe û guh lê bikin. Nikaribûn wî tovê hêja di axa mîrnuşîniyên xwe de biçînin û av bidin. Nikaribûn tê bigihijin ku kurdîkirina çand û civakê ne tenê bi şerê li himber dewleta Bab-i Alî ye. Bi gulleya tifingekê serbazek dihate kuştin, lê bi dilopeke hibra pênûsa şairekî, peyveke kurdî zindî dibû. Loma jî Ji bo milletê kurd, hê jî ziman eniya herî germ e di şerê xwe îsbatkirinê de, di şerê bicihkirina stûnên neteweyê de, di hewldana sazkirina nasnameyê de. Divabû Kurd ji zû de di vî şerî de bi serketibana, yan jî ew mesele li peyxwe hiştibana û qonaxên zimanê standard yan zimanê neteweyî (national language) û yekalfabe li peyxwe hiştibana û derbasî qonaxên din bibana. Divabû niha berhema ku li Sinê yan jî li Mehabadê çap dibe, li Kobaniyê, li Amedê û Duhokê jî bihata xwendin û famkirina, di eynî demê de berhema ku li Amedê yan li Stenbolê tê çapkirin li Silêmaniyê, li Hewlêrê û li Mehabadê jî bihata xwendin û famkirin.

Heta niha nasnameya kurdan ne yek nasnameye ji berk ku zimanê wan ne yekziman e, teoriyek neteweyî xurt jî nikare ava bibe ku ziman ne yek ziman be. Renesansa protistanan li Elmanyayê bi werger a Kitêba Pîroz dest pê kir. Elmanan zimanê gel kirin zimanê pîroz, peyvê xwedê bi zimanê xwe fêrbûn û êdî bi xurtî derbasî serdemek nû bûn. Mixabin li ba me Kurdan ev yek peyda nebû, kesekî piştgirî neda Martin Lutherên kurdan.

Nasnameya milletekî zimanê wî ye, ziman beşekî girîng e ji desthilatdariyê. Loma jî, mîna gaveke stratejîk, divê kampanyayên herî mezin ji bo parastin û pêşdexistina zimanê me bin.Ev yek jî her em ê bibêjin, ne bi niyetên safî û dilê paqij tê, ev bi stratejiyek li ba desthilatdarên kurd tê, ku ew niha nekin, êdî ne ma dibe. Ev proje girîng e, ne kêmî Serxwebûnê ye li ba min.

BasNews

About The Author