Ev xeyar xizmeta kê dike?

Kevîn Kurdson

Nivîskarê rojnameya Ingilîz The Times Roger Boyes, di gotarek xwe de piştgirî da Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û di referandûmê de serketina Erdogan bi erênî nirxand.

Xeyarê bi navê Roger Boyes, gotara xwe bi sernivîsa: „Pêwistîya Rojhilata Navîn bi Erdoganek xurt û bihêz heye“ domand û dest bi zîtirkan kir.  Li gor Roger Boyes, di referandûmê de serketina Erdogan herçiqasî wê mixalifên wî aciz bike jî, lê wê ji Tirkiyê û Rojhilata Navîn re baştir be.

Xeyarê bi navê Roger Boyes, di gotara xwe de nalet li 101 bavê xwe anî, dijminatîya Kurdên Rojava kir û got: “ Divê dewletên Rojava têkilîyên baş bi Erdogan re deynin. Û rêya têkilîyên baş jî ev e ku dewletên rojava pişta xwe bidin Kurdên Rojava û wan bi tenê bihêlin. Ango, divê dewletên Rojava ji bo Erdogan Kurdan bikin qurban û alîkarîya wan nekin“.

Xeyarê heram Roger Boyes, di nivîsa xwe de daye zîtirkên bergîlkî û gotiye: „ Hem li Tirkiyê û hem jî li Rojhilata Navîn pêwistî bi serokekî Tirk ê bixwebawer û bihêz heye. Heke dewletên rojava dixwazin Erdogan rehabîlîte bikin û wî bînin ser rê, divê têkilîyên xwe yên bi Kurdên ku hem leşkirên Rûsya ne, hem ên rojava ne, çareser bikin. Ango, divê em bi nazik û delalî pişta xwe bidin Kurdan û wan bi tenê bihêlin. Wê destûr neyê dan ku Kurdistanek serbixwe ava bibe“ filan û fîstan û jehr û ziqûma Roger Boyes.

Law oxlim, tu kiyî û xizmeta kê dikî kewaşe?

Çima tu dijminatîya Kurdên rojava dikî û wan dikî bi qurbana Erdogan ewladim?

Ma Kurdên rojava di devê te de mîztine?

London

About The Author