Li Kadikoya Stenbolê

Biratiya me ne ji mecbûriyeta biyolojîk e, biratiya me ji hevaltiyê tê.
Berî her tiştî em heval in.
Û wexta Seadetê diniqute dilê me û diavêje mejiyê me, em li biratiya xwe jî dihulkumin.
Krîterên biratiyê di vê têkiliyê de tune ye.
Ne yê mezin heye, ne yê biçûk, her kes heval e û rêber jî dilsozî û duristî ye.
Herçend ez mezinê birayan bim jî, Ferhatê nuha ne bi me re ku biçûkê birayan e, pirê caran dipeyive û em li ber zimanxweşî û zîrekiya wî dikevin cizba serbilindayiyê.


Ne di peyvê de, ne di xwarin û vexwarinê de, ne jî di çûyin û anîna avê de felsefeya „Biçûkê bira kûçikî bira“ tune ye.
Biçûk ji alî mezinan ve her tim tên mezinkirin, mezin jî bi hezkirineke pak û zarokane li ber dilê biçûkan delalî ne.
Herçend Seadetê di mêzîna hezkirin de carina hêleyan bike jî, her kes ciyê xwe zane.
Û em hemû bira fêkiyên evînê ne, em vê rastiyê jî zanin.
Min qala xwehan nekir li bin vî wêneyê mêrane, ji ber ku em her sê jî mêr in.
Bi xêr kengî rêya min bi Mêrdîna xopan ket û çûm nig wan xwehan, ez ê bi wan jineşêrên delal re wêneyekî ji vî wêneyî karîzmatîktir bikişînim û bi hibra dilê xwe û bi tîpên evînî bixemilînim.
Di vî wêneyî de yê navîn ez im.
Hahaha
Yê hêla çepê Huso ye.
Têra xwe karîzmatîk e.
Nîgarkêş-wênesaz û herweha nîvnivîskar û nîvmuzîkjen e.
Tercîha wî ya zayendî-cinsî:
Heteroseksuel e.
Bejna wî: 1.85
Kîlo: 70
Jimara Nig: 41
Lixwekirin-Girêdana wî:
Çeqilmastî anku marjînal e.
Yê hêla rastê Beto ye.
Beto ji civaka nivîskar û hunermendan dûr e. Ew karê turîzmê dike, di hoteleke pênc stêrk de wek şefgarson dixebite.
Têra xwe karîzmatîk û têra xwe jêhatî ye.
Tercîha wî ya zayendî-cinsî:
Heteroseksuel e.
Bejna wî: 1.85
Kîlo: 72
Jimara Nig: 42
Lixwekirin-Girêdana wî:
Hema çi bi ber keve û yê kê be ferq nake, li xwe dike…

About The Author