Xalê me Eldad dest bi lotikan kir

Sîmon Kurdo

 General û siyasetmedarê Îsraîlî Arîbe Eldad, bang li rayedarên Îsraîlê kir ku êdî kumê xwe deynin ber xwe, rext û tifiningên xwe girêdin, piştgirîya Kurdistanek serbixwe bikin û ji bo vê yekê di qada navnetewî de lotikên zêdetir bavêjin.

Xalê me Arîbe Eldad, di artêşa Îsraîlê de generalekî qerase ye û Berdevkê Partîya Netewî ya Rastgir e. Eldad, ji rojnameyek Îsraîlê re gotarek nivîsand, lotikên Kurdewarî avêtin û di derbarê Kurd û Kurdistanê de dîtin û helwesta xwe eşkere kir. Eldad, di lotika xwe de got: „Êdî bes e babam! Divê dewleta Îsraîl li kêleka Kurdan cîh bigre û divê Îsraîl helwesta xwe ya li hember Tirkiyê hişktir û xurttir bike kaka“.

Generalê gunikreş Arîbe Eldad, herweha rexne li siyaseta Îsraîl jî girt û anî zimên ku “lêborîna ji Tirkiyê xeletîyek mezin bû. Divê Îsraîlê lêborîn ji ewê bejindirêj nexwesta. Divê Îsraîl piştgirîya Kurdên Iraqê û Kurdên Tirkîyê bike, divê Îsraîl piştgirîya Kurdistanek serbixwe bike û ji bo naskirina wê di qada navnetewî de dest bi lotik û zîtirkên xurt bike”.

Arîbe Eldad, rexne li siyaseta Benyamîn Netanyahû jî girt û anî zîmên ku “piştî daxuyanîyên Erdogan divê Îsraîl têkilîyên normal bi Tirkîyê re daneyne û divê Îsraîl li dijî Tirkîyê şerê sîplomatîk û siyasî bide destpêkirin”.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanino, li Îsraîlê dostên Kurdan zêde dibin. Lê mixabin Kurd xwe bi xwe ne dost in. Hinek Kurdên xerabe û çeqilmast ji kesên wek Arîbe Eldad şerm û fedî nakin, radibin li dijî Kurdistanek serbixwe derdikevin û tirşika xelkê dixwin wesselam…

Îsraîl

About The Author