Tenêbûn! Bêkesbûn! Bênavbûn!

Dara Ersönmez

Tenêbûn! Bêkesbûn! Bênavbûn!

Dema min xwest vê nivîsê binivîsînim, bi rastî min nizanibû ez çawa û bi çi awayî dest pê bikim.

Ez vê nivîsê ji bona kesên di tekoşîna ji bona azadîya welatê xwe de û ji bona bîr û bawerîyên xwe berxwe dane, tade û cefa kişandine, bi ruh, fedakarî û ji bona berjewendîya  gel û welatekî azad jîyana xwe windakirine, bi taybetî ji ewên bêkes, bêxwedî û bê mezel re dîyarî dikim. Ji ber vê yekê ez vê nivîsê ji bona lêhengên bênav amade dikim.

Di vê nivîsê de mebesta min ev e ku bala xwendevanan bikişînim ser vê mijarê.  Ji ber ku di rêya tekoşînê de gelek mirovên dil paqij, dilsoz bi hêvîya jîyanek azad bê tirs ji mirinê re ferman xwendin. Bi mirinê re radizan û bi mirinê ve hişyar dibûn. Evîna di dilê wan de li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. Li hemberî zilm û zorê, bê ku li xwe bifikirin hewlên xwe yên bi rûmet nîşan didan. Lê gelek ji wana tenê û bêkes jîyana xwe windakirin. Û qismek jê, mezelê wan jî ne dîyar e.

Tenêbûn….

Tenêbûn zehmet e, xezeb e ezbenî, hûn dikarin ji min ra bêjin hestên bêkesî û bênavbûnê çî ye?

De bêjin, jîyan ev e. Mirov bêkes û bênav be. Bênavbûn xezeb e, xezeba ku hemû li ser kesên bi hest e.  Hêrs, di roja min de bûye tiştekî mezin. Hêrsa min li hemberî dijminên min bihêz bû, roj bi roj xurt dibû. Diketim xewna wan. Di dilê dijmin de tirs û xofbûn. Lê dîsa jî bêkes bûm. Min nedixwest qels bim. Mal li min xirab bûbû. Malbata min bela bibû, lê tu kes tune, tu kes nema ye ku destê wî bigrim, hemêz bikim, jê re derd û kulên xwe bêjim. Tu kes nemaye li derî yê wî xim.

Ez bêkes û bê xwedî me. Her kesî xwe amade kirîye bêje; ”bi xatirê te.” Tu kes naxwaze tev li tiştên min bibe, xwe dûr dixin. Ev çi sosret e. Ka me bi hevre jîyanek azad dixwest. Ka raweste ez benî. Roja yekemîn, dema me jîyana xwe, di rêya tekoşînê de bi awayê rêxistînî bi hev re ava kir. Li gor bîr û bawerîyê, me rêxistina xwe, wek dê û bav, weke malbat û rêxistina xwe wek mala xwe didît. Gelo daxwaza tiştên  me xewn bûn. Ma ew ne armanca me bû. Em  li ser navê partîya xwe di têkoşînê  de biryarên erînî bi awayekî ku tiştekî nû şerê xwe berdevam bikin. Bawerî giring e. Me ji bona erkên xwe, ji bo welatekî azad, me serê xwe danîbû.

De bêje ez benî..

Carekê binêre li pişt biryarên aram, carekê binêre bi hêvîya  hevdîtinîyê..

Dema min î cûwanîyê de ku ez, ji bo hemû tiştan amade bûm. Azadîyê û rojên aramî di hişê xwe de dîdit. Di rastîyê de ez li pirsgêrikan difikirîm da ku ev bi tenê berfireh be, li ser mijara xwe baş têbigêhêjim.

Ez difikirîm, ne ji bona navenda dinyayê şer dikim. Min ji bona welatê xwe dikir. Armanca şerê min ji bona rizgarkirina gelê min bû. Ji bo jîyanek bi rûmet û azad bû.

De bihelîne bi meşa azadi yê de rojên min diçe, ji alîyê cihê ku ez lawaz û qels im ..

Êdî nikarim mijaran mezin bibînim. Ji mijarên hêsan li ser hemû meseleyan xwedî biryar bim …

Gava hemû tiştên di xeyalên min de winda bûn, hemû tişt ji bona min jî winda ne.

Ez niha dipeyivîm bi qelsîyên xwe ve.

Ez bawer nakim ku kesek, her kes ji bona parvekirina jîyana min, ji bo her tiştê min xwe têxe tengasîyan.

Ez bê kes im ez benî.

Bûyerên ku li derdora min dibin, diqewimin, ji bo malbat û jîngehê pir giring in. Ya herî hêsan û hesta hişmendîya jîyana dijî van sedemên hênik bike. Ger kesek, ne ez her tiştê di jîyana min de ne. Êdî daxwazê ji kesekî din nakim.  Divê em ji bo xwe bijîn tenêtîya me mirin e. Bêyî ku tiştek li pişt me bê naskirin, yek ji hestên me.

Ditirsim mezelê min ne dîyar be. Ez bê kefen bim.  Dê û bavê min, xwişk û birayên min, jin û zarûkên min ê çi bikin.  Kî yê were ser mezelê min. Kî yê li ser mezelê min bide xwendin, gula azadîyê dayne ser mezelê min. Bisekine û tenê lê nenêre.  An jî bigirî, şîna min bigire. Loma ez dixwazim berî her tiştî mezelê xwe bibînim. Li ser kêla xwe peyvên zelal û navê xwe binivisînim…

Ka ji min re bêje ez benî..

Bê navbûn wek axa ku bê av e. Di ser de çi were çandin dê hişk bibe, di dawîyê de tu hê jî li ser xwe bi xwe bî.

Rûpela Nû

About The Author