TIRREP

TRUMP GO ERDO EZ Ê TIRÊ LI TE REP BIKIM „TIRREP“

Erdo:

-Birêz Trump, heger destûra te hebe, ez dixwazim werim li qesra spî bi te re çayekê vexwim.

Trump:

-Mesele çi ye, Erdo?

Erdo:

-Mesele, wexta ez hatim ez ê ji te re bibêjim. Bi telefonê nabe. Baweriya min miriye, li telefonên min guhdarî dikin.

Trump:

-Lê zêde wextê min tune ye. Tenê karim qedeheke çayê bi te re vexwim. A duduya nabe.

Erdo:

-Mala te xera nebe. Ji vir heta wir bi teyarê duwazdeh seet e. Tu radibî ji min re dibêjî tenê çayek…

Trump:

-De wê çaxê, her ji bo seeteke rêya te, ez ê deqeyekê ji te re veqetînim. Ew jî dike duwazdeh deqe. Û di diwazdeh deqeyan de meriv kare bi rehetî du qedehan jî vexwe…

Erdo:

-Birêz Trump, berî nuha bi mehekê ez li Mêrdînê bûm. Mazûvanê min xursî bû. Nizanim tu nas dikî? Jê re dibêjin Mehemed Eliyê Xursî.

Trump:

-Na, nas nakim û naxwazim nas jî bikim. Û jixwe ji Xursiyan jî hez nakim. Êê, were ser îmanê. Çi eleqeya Mehemed Eliyê Xursî bi meseleya me ve heye?

Erdo:

-Ezbenî, bi her sê telaqên bêfitû, Mehemed Eliyê Xursî qedeheke çayê di nîvseetê de vedixwar.

Trump:

-Qey xwediyê febtîqeya Ice Teayê ji ber Mehmed Eliyê Xursî Ice Tea derxistiye. Wek tu dibêjî heger werê be, Mehemed Eliyê Xursî Ice Teaya hur a xwezayî vedixwe.

Erdo:

-Icetea çi ye, ezbenî?

Trump:

-Qula çavê te ye. Ice Tea yanî çaya cemidî cemidî, hey cahilê Xwedê. Te dewleta xwe talan kir-tazî kir, te xwe neelimand du peyvên îngilizî.

Erdo:

-Himm…

Trump:

-Him û quzilqurt!

Erdo:

-Axir… Ezbenî, ka were em li gorî hesabê Mehemed Eliyê Xursî li hev bikin. Du qedeh çayê. Her qedehek nîv seet, ew jî dike seetek…

Trump:

-Tu di dêya min î, ez li gorî hesabê Mehemed Eliyê Xursî bi te re rûneniştim. Wek min got, ji bo her seeteke rêya te deqeyek û duwazdeh seet jî dike duwazdeh deqe û hew.

Erdo:

-Ez axa bin nigê te maçî bikim, balo bike bîst deqe, birêz.

Trump:

-Ne bîst, lê ji ber te telaqê xwe avêt-ez zanim telaqê te tune ye, lê hurmeta min ji gotina „bi her sê telaqên bêfitû“ re heye, loma sê deqe jî ji bo vê gotinê ez ê li ser zêde bikim û hew. Ez ji serê kîrê te ketibim ji panzdeh deqeyan pê ve tenê deqeyeke zêde jî bi te re rûneniştim.

Erdo:

-Okey!

About The Author