RESEPSIYONA KOBANIYÊ

Bi sponsoriya heftenameya Basê li Stenbola Xopan ji bo kitêba Jan Dost a ku li ser Kobaniya reben û belengaz nivîsîbû, bernameyeke taybet li dar ket.

Bername li hewşa restorana Cezayîrê bû. (Ne Cezayîra Efrîka Bakur)

Di haziriya vê bernameyê de heftenameya Basê çend bermîl petrol xerç kiriye nizanim, lê bi beşdariya giregir û gebgebeyan meriv xwe li lobiya hoteleke pênc-şeş-heft stêrk his dikir.

Meseleya giregir û gebgebeyan jî bila şaş neyê fêhmkirin. Herçend em nikaribin qefleya wan giregir û gebgebeyan wek entelîjansiya bi nav bikin jî, bi serbilindî em karin ji bo vê qefleyê têgeha entel-ajans-ya bi kar bînin. Ez jî li ser navê Lotikxaneyê hatim vexwendin û li hespê xwe siwar hatim û peya çûm Cezayîrê.

Ji xêndî min jî endam mendamên medya û çapemeniya Kurmî, bibore Kurdî li wir him hazir, him amade bûn.

Herweha siyasetmedar, nivîskar, aktivîst û hunermendên hîn xêr ji xwe û siyaset û nivîskarî û aktivîstî û hunera xwe nedîtine jî li wir bûn.

Wek di destpêkê de jî min gotibû, ka ji bo vê bernameya taybet maybet ji başûr çend bermîl petrol hatibû nizanim, lê şerab û şampaniya wek ava kaniya Aliya diherikî. Meriv karîbû li ber pêlên wê şerab û şampanyayê raftîng bikira. Heta yekî bi cenabet karîbû bi wê şerab û şampanyayê xwe helal bikira.

Erê, qeda bi dinyayê keve!

Çi wexta dibe qala kaniya Aliya ew jinebî dikeve bîra min.

„Kaniya Aliya bi tahtik e, simbêl dûvê berana.“

Li tevaya dinyayê negeriyame, lê qasî ez li çend gundên Mêrdînê geriyame-nahlet li çavê şeytên bê! Li çend gundên hêrêma Marmarayê jî geriyame.

Erê, qasî ez li çend gundên Mêrdîn û herêma Marmarayê geriyame, dema ji bo danasîna kitêbekê medya û çapemenî tên vexwendin, ji bo endamên medya û çapemeniyê ji protokolê çend kitêb tên veqetandin.

Nizanim, lê qey li wir ew kitêbên protokolê ketibûn qereborsayê.

Me bi perekê xwe kirî û ne eyb û ne fedî me bi nivîskêr jî da îmzekirin.

Îmzeya nivîskêr jî têra xwe seksî bû haa!

Lê ez vê jî bibêjim, jixwe ez nebêjim nabe.

Me heqê pereyê kitibê ji vexwarina şerab û şempanyayê derxist.

Em Kurd in, em serbilind in û em heqê xwe ji kesî re nahêlin.

Maqûlî û camêrî nirxa herî pîroz e di kultûra me Kurdan de. Lê di vê bernameyê de nîvmaqûlî û nivcamêriyek hebû.

Tişt nabe, bi qaweta îlahî em ê li xwe vegerin rojekê; ne dûr, ne jî nêzîk…

Gelo ew kitêbên ketin qereborsayê bi ku de çûn?

Divê berpirsê/a heftenameya Basê bersiva vê pirsê bide, yan na ez vê dozê bigihînim DMMEyê (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê)

Têbinî:

Em ji bo Lotikxaneyê jî li sponsorekî digerin. Şerab û şampanya tune bin jî dibe. Tenê ji bo Lotikxane bibe kovareke Kurdî. Ew kesên di şûna avê de petrolê vedixwin, ji kerema xwe re tenê mehekê di şûna petrolê de lezo vexwin û petrola wê mehê ji me re bişînin em pê ber xwe bibînin.

Û dîsa têbinî:

Em ne Apocî, ne jî Barzanîcî ne, tenê çend xwelîserên Kurdistanhez in. (Mam Celal yextiyar bûye û Newşîrwan jî mir)

Ev têbiniya dawî ye:

Em ne ji Eyşika Ereb in…

Bi rastî jî îja ev têbinî têbiniya dawî ye:

Piştî xwendina berhemê ez bi nivîseke serbixwe berhemê binirxînim.

Bibore, ev têbinî jî ji bo serastkirinê ye:

Jixwe ez serbixwe me.

Û hew!

About The Author