MESEXBûN

ŞEREFXAN CİZİRİ

Di bahweriya gelan de gelek fantezî û dîtin hene ku xwediyê dîrokek dûr û dirêjin. Di derheqa van fantezî û dîtinan de bêndereke ramanan di nava gel de heye. Hemû cûre raman di vir de hene. Para hemû kesan û demên dîrokî di vê bênderê de xuya dike. Hemû kes dikarin sûdê ji vê bênderê bigirin. Ev bênder tucara ne baş li ser hevdu ye, ne baş tekûz e û ne baş sistematik e.  Bêndera me bela vela ye û bi timamî formata xwe ya dawî negirtiye.

Lê dîsa jî ew bênderekê tijê nirx e. Gelek tecrube, nêrîn, fantezî, tesewir, dîmên di vê bênderê de veşartî ne. Hemû kes li gora zanebûna xwe dixwaze naverokekê ji vê bênderê re bibîne. Hilbet li gora şert û mercan xwe. Ji ber wilo jî raman di derbara van tecrube, fantezî, tesewir û dîtinan de ne geleki zelal in. Kêşîyeke raman li miqabilî me ye, lê di derbara van ramanan de dîtinên mirovan ne baş zelal in.

Hinek ji van nivco ne, hinek qûrmiçî ne, hinek xwezayî ne, hinek qetqetî ne, hinek olî ne û hemû jî bi hevdu re bêndereke ramanan pêk tînin!

Belê, Mesexbûn xalek ji vê bênderê ye. Kes hîna jî zêde çîroka mesexbûnê baş nizane. Mesexbûnek heye, em vê yekê baş dizanin. Ew jî babetekî cezayê ye û li miqabilî mirovan tê bikaranîn. Lê belê tiştekî din î gelek zelal di vê tevgirêdanê de heye; mesexbûn cezayeke bê veger e. Biryareke hişk e. Ji hêla dîrokî de wext jê re tuneye. Wextê wê ne diyar e. Ev wext pir dûrî me ye. Di derbara vî wextî de dîtinên mirovan şelûlî ne. Mirovên ku di wexteke derbasbûyî de, wextekî gelekî dûrî me de, ne li gora pîvanên mirovahîyê tevgeriya bin, bi hawayekî hatine cezakirin. Ev ceza, cezayekî bingehîn e, eşkere xuya dike û mirovan ji mirovantiya wana dûr dixîne. Mirov hebûna xwe ya mirovî winda dikin û dibe tişteki din. Di encamê vê cezayê de mirov şekle xwe digûhere û dibe tebayek, darek, kevirek…

Ango bi zimanekî din, mirov dibin heywan, dibin dar, dibin kevir!

Mesexbûn ev e…

Bi vê mijarê vê giredayî çîroka helî balkêş, çîroka kwêsî ye. Hinek Kurd ji vî tebayî re dibêjin kîso. Kwêsî an kîso di wexteke ne dîyar de, bazirganekî gelekî mezin bû. Genim, nisk, ceh, nok dikirîn û difirotin. Bi wextê re timayî û xesîsî kete nava dilê wîna. Tiştên ku ji xelkê dikirî bi elba mezin dikirî, bi elba biçûçûk jî difirote xelkê. Bi vê bazirganiyê kwêsî gelekî dewlemend bû. Lê xelk jî bi fêl û finasên wîna hisîyan û gilîyê wîna kirin…

Gava ku gilîyê wîna hate kirin, Xwedayên Mezin ji bona kirinên wîna kwêsî cezakirin. Ew ji mirovantiya wîna bi dûr xistin, ew kirin teba! Elba mezin ku kwêsî pê tişt di kirin danin ser pişta wîna û elba biçûk jî xistin bin wî. Kwêsî, heta ku li ser rûwê dinyayê be, di navbêna herdu elban de asê dimîne! Elbên ku kwêsî pê kirîn û firotin dikirin, jê re bona bar û ketin stûyê wîna.
Di vê kurte bûyera mesexbûnê de hinek tişt gelekî zelal derdikevin miqabilî çavên me; weke ku tê xuyakirin mirovantiya mirovan ji hinek nirxên bingehîn pêk te; dadmendî, wekhevî, hevkarî, merdî,…

Ew nirx hebûna mirovan tebût dikin. Xerca mirovantiyê bi wan nirxan hatiye seqakirin. Mirovanti, berî her tiştî ji nirxên wilo ava dibe û pêşve diçe. Gava ku mirov ji mirovantiya xwe bi dûr dikevin, wê gavê mesexbûn dikeve dewrê. Ji ber ku mirovê mesexbûyî li miqabilî mirovantiyê sûc kiriye.

Li aliyê din, em dibînin ku  pileya mirovê mesexbûyî dadikeve jêr. Ew di xeleka xwezayê de ji jor berbi jêr de cîh digûhere. Heger em ji aliyê felsefî û olî de mirovan weke taca serê hemû maxlukatan bibîninin, wê gavê ceze bi xwe dibe cîh guhertina mirovan. Ango, mesexbûn ji mirovan re dibêje; tu ne mirovî! Tu ne layiqî mirova ye! Nirxên mirovî li ba te tune ne! Em te dest heramo dikin!

Di pêvajoya mesexbûnê de tiştekî din bala min gelekî dikişîne; mirov mesex dibin lê teba mesex nabin! Di vê pêvajoyê de pileya mirovan hertim berbi jêr de diçe. Başe, gava ku pileya mirovan berbi jêr de biçe, ma ne pêwiste rêyek berbi jor de jî hebe! Ji ber ku jor û jêr bêyî hevdû nabin. Gava ku mantiqê mesexbûne rast be, wê gavê divê teba ji karibin bibin mirov. Cihê ku ceze lê hebe, divê xelat jî lê hebe!  Ma ne wilo ye! Tebayeke ku girêdayî nirxên xwe yên sereke ye, weke roviyên fenek, bi deq û dolab, weke şêran dirinde û xwedî hêz, weke hespên xurt û bikêrî mirovan tên, weke mar û dûvpişkên xaîn, weke kerên kedkar û belengaz ûhw,  diviyabû ew jî bibin mirov! Ma ne wilo ye?

Lê Xwedayên Mezîn heta nûha tenê mirov mesexkirine. Heger wana maxluqat xelat kiribana, wê gavê hewcenedikir ku Darwîn li ser pêşdeçûna mirovan ewqasî serê xwe biêşîne! Ew ji wê bibûya xelata Xwedayên Mezin!

Vêca li derdora xwe baş temaşe bikin: Di nava mirovan de kî dişebe, roviyan, şêran, hespan, keran, mar û dûvpişka! Ma mirov ji ku dizane? Xwedayên Mezin dibe ku ew xelat kiribin û berdabin nava civatê! Ma em di teşbîhên xwe de nabêjin; filankes weke roviyan e, filankes weke şêran e, weke keran e, filankes wek mara ne, weke dûvpişka ne…
Veca, mirov çiqasî derdora baş nasbike, ewqasî baş e…

Nusaybinim.com

About The Author