Werin pasaportên bihuştê!

Îro bazirganîya herî mezin û bi fêde di îslam û misilmantîyê de ye. Ji siyasetê bigrin heta bi bazirganîya şexsî û çapemenîyê, tev li ser navê xwedê, pêxember û ola îslamê dimeşe. Ji xwe televizyon bûne hêlîna reklamên bazirganîya îslamî, ji quranê bigrin heta bi sicade û tizbîyan, tev li ser navê xwedê, pêxember û ola îslamê tên firotin. Tew ji xwe hinek profesor, mela û sofîkên dolheram ji bernameyên olî bi milyonan pare qezenc dikin û belaş narin ser tirba bavê xwe. Li Mekkeyê, di dema hecê de, kevirên ku davêjin şeytên bi dolaran tên firotin û Erebên qûnreş salê 137 milyon dolar ji wan keviran kar û qezenc dikin.

Û li ser navê çi?

Helbet li ser navê xwedê, Mihemed û ola îslamê.

Êêêêêê, ma qey qûnmezinên ÎŞÎDê ji Eyşika Ereb in?

Ma bazirganîya ola îslamê ji xelkê re adet û ji wan re qebhet e?

Na canim, xweş helal e allahwekîl.

Axir….

Çekdar û canfedayên Partî Demokratî Lotikxane, li bajarê Rakkayê girtin ser komek zebanîyên ÎŞÎDê û qûş li wan qetandin. Piştî lêgerin û saxtîkirinek hûr û kûr, çekdarên Lotikxanê bi ser xezîneya „Pasaportên Bihuştê“ vebûn û çewalek dagirtin. Sîxur û çekdarên Lotikxanê derxistin holê ku sofîk û melayên ÎŞÎDê ji mirîdên xwe re pasaportên bihuştê çêkirine û kesên ku xwe diteqînin û xwe feda dikin, bi wan pasaportan diçin bihuştê.

Belê gelî lotikvanan, halîhazir çewalek „Pasaportên Bihuştê“ di xezîneya Lotikxanê de paraztî û veşartî ne. Ev pasaport bê vîze û bê mohr û îmza, yekser û rasterast meriv difirîne bihuştê nav „Horî û Nûrî“yên germik û nermik.

Bi kurt û Kurmancî; wek Partî Demokratî Lotikxane, em „Pasaportên Bihuştê“ ku mohr û vîze ji wan re ne pêwist e, bi nîvê heq difroşin.

Pasaportên me hem ji bo dinyayê, hem jî ji bo axretê derbas dibin. Hem ji bo bihuştê, hem jî ji bo cehnemê derbas dibin. Bi van „Pasaportên Bihuştê“ hûn karin ne bi 72 horîyan, lê bi 700 horîyan re jî bizewicin.

Îcar ji me gotin qurban..

Heçê bixwaze bibe xwedîyê „Pasaporta Bihuştê“ û bê sînor li dinya û axretê bigere, emê ji %50 ji wan re erzanîyê bikin.

Ji me gotin û li we kirin wesselam..

We „Pasaportên Bihuştê kirî ji vî ve..

Û we nekirî dîsa ji vî ve û hûn sax…

 

About The Author