Serxwebûna Kurdistanê ma li hêvîya sofîkên Îranê

Referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe û di vê derbarê de herkes dide lotik û zîtirkan. Hinek piştgirîyê didinê, hinek li dij derdikevin û hinek jî hem li defê dixin, hem li zirnê.

Axir…

Kevnebalyozê Amerîka yê Tirkîyê û Iraqê James Jeffrey, ji lotikvanên Rûdawê re axivî û di derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de çend lotikên şikestî û seqet avêtin.

Çi gotiye Jeffrey efendî?

Gotiye: „Bi her şeş telaqên jinberdanê, ez bi serê serok Trump bikim, halîhazir welatê min piştgirîyê nade serxwebûna Kurdistanê. Amerîka bi wê yekê re ye ku Iraq wek welatek yekgirtî, demokratîk û federal bimîne. Lê helbet serxwebûna Kurdistanê girêdayî lotik û zîtirkên sofîk û melayên Îranê ye“ filan û fîstan.

Û lotik û zîtirkên Îranê çine?

Jeffrey efendî dîsa gotiye: „Lotik û zîtirkên Îranê ev in; heke Îran bixwaze wek Sûrîye û Lubnanê bîne serê Iraqê û di kefenê 101 bavê Iraqê ke, heke Iraq têkene nav alozîyek mezin û wek şorba nîskê tevlihev bibe, wê gavê belkî helwesta Amerîkayê bê guhertin û piştgirîya dewleta Kurdistanê bike. Her tişt girêdayî lotik û zîtirkên Amerîkayê ye allahwekîl“ û pêde çûye.

We fêhm kir ne?

Yanî, qedera Kurdan di destê sofîk û melayên Îranê de ye. Heke sofîk û melayên Tehranê Iraqê jî wek Sûrîye û Lubnanê jihevde bixin û bikin pelûla Îranê, wê Amerîka nuh ji xewê veciniqe û ji serxwebûna Kurdistanê re bêje erê. Na heke Îran Iraqê wek xwe bihêle û dest û lingên xwe heta bi qurmik nexe Iraqê, wê Amerîka morîka xewê têxe guhê xwe û dengê xwe neke.

Îcar rabin û rûnên û dua ji xwedê re bikin gelî Kurdino.

Dua bikin go Îran di kefenê 101 bavê Iraqê ne û kevir li ser kevir nehêle û hew.

Yan na, bi allahwekîl wê hefsarê me dîsa bi rîha sofîk û melayên Îranê û Erebên qûnreş ve bê girêdan û hûn sax…

 

About The Author