Xwişk û bra, êrîş dikin weke gura

Azad Koçer

Ji berê de gotine „kurmê darê ji darê ye“.

Ez bawerim weke ku kurmên darê û xwefiroş di nava Kurdan de hene. di nava tu milletî de tunene. Tu dibê qey bizrê xwefiroştî û kurmîtîyê tenê di nav erd û zevîyên Kurdan de hatine çandin yaw. Ewqasî ku kurmên me û xwelîserên me pir in.

Xwediyê televîzyona NRT Şasiwar Abdulwahid, li dijî serxwebûna Kurdistanê dest bi kampanyayekê kir û xwelî li serê xwe kir.

Televizyona Şasiwar Abdulwahid NRT bi alîkarî û pareyên Nûrî Malikî tê fînansekirin. Yanî, xwedîyê wê yê pişt perdeyê dijminê qewmê Kurd Nûrî Malikî efendî ye.

Êêêêêêê, ma go NRT bi pareyên qûnreşê Malikî bê fîsansekirin û birêvebirin, Şasiwar efendî kare ji gotina mêrê xwe derkeve der?

Ma kare propagandaya serxwebûna Kurdistanê bike?

Kî hestîyan bavêje ber wî, helbet ewê jî hestîyên wan bikevêje û potîna wan balêse.

Şasiwar Ebdulwehîd begefendî gotiye: „Ez bi serê Nûrî Malikî bikin, çi ji dest min bê ezê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bikim“ filan û fîstan.

Xuşka wî Sirwe Ebdulwahid jî (parlamentera Gorran) berî niha di televîzyona Malikî de gotibû jinên şehîdan laşê xwe difroşin û gûyê Malikî xwaribû.

Yanî, xwişk û bra êrîşî serxwebûna Kurdistanê dikin weke gura wesselam..

Ê de bikin oxlim bikin, çi ji destê we û qûna we tê bikin…

Zaxo

About The Author