Dijminatîya referandûmê xizmetê ji dijmin re dike

Nûrî Çelîk

Kurd û Kurdistan di pêvajoyek zîz û dîrokî re derbas dibin. Li aliyekî dagîrkerên Kurdistanê ji bo têkdana Kurdistanê di nav şerek vekirî de ne, li alîyekî  terorîstên DAIŞê bi nemirovane êrîşî Kurdistanê dikin, li alîyê din jî mixabin em dibînin ku hinek tevger, rêxistin û partîyên ku qaşo li ser navê Kurdistanê derketine holê, dijminatîya Kurd û Kurdistanê û bi taybet jî dijminatîya PDK û Barzanî dikin.

Piştî ku mijara referandûma serxwebûna Kurdistnê hat holê û roja pêkanîna wê eşkere bû, çi li Başûrê Kurdistanê, çi jî li parçeyên din, hinek rêxistin, kesayet û partîyên ku li ser navê Kurdan bi taybet xizmetê ji Îranê re dikin, ketine nava kefteleftek mezin û bi mahneyên cuda dijayetîya serxwebûnê dikin. Ew jî ne bes bûn, îcar rayedarên hinek çapemenî û televizyonên wek NRT ku Nûrî Malikî li pişta wan e, bi eşkereyî propaganda û dijayetîya referandûma serxwebûnê dikin.  Ev hewldanên ku bi taybet bi destê Tevgera Goran, beşek ji YNK û alîgirên PKK ve tên kirin, êdî ji hedef û armanca rexneyan derketine û bûne êrîş û şerê li dijî PDK û Barzanî.

Rêxistin, dezgeh û partîyên ku ji bo serxwebûna Kurdistanê derketibûn rê û di vê rêyê de heta îro belkî bi hezaran şehîd dane, çi mixabin e ku îro xiyanetê li cangorî û şehîdên xwe dikin û li dijî armanca ku ew pê de şehîd ketine, dikin. Heyf û mixabina wan rêxistin, kesayet û partîyan ku îro ne ji bo berjewendîya Kurd û Kurdistanê, lê ji bo berjewendîya dewletên dagîrker û di xizmeta wan de dixebitin da ku Kurdistan nebe dewlet û milletê Kurd her û her dîl û kole bimîne.

Rêxistin û partîyên ku îro dijberîya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin û naxwazin Kurdistan bibe dewlet, mixabin xiyanetê li xewn û xeyalên Kurdan jî dikin, jenosîd, qirkirin û pişavtina milletê Kurd qet naynin ber çavên xwe. Ev kesayet û partîyên ku berjewendîyên xwe û tevgerên xwe di ser her tiştî re digirin, di vê dema zîz û dîrokî de berjewendîyên Kurdistana serbixwe û yekgirtina milletê Kurd ne di xema wan de ye. Korefahmî bûne, dorpêçkirina dijminên Kurdistanê nabînin yan jî naxwazin bibînin. Li hemberî van dijminan girîngîya tifaq, yekzêrî û hevgirtina kesayet û partîyên Kurdistanê nabînin. Û bi taybet jî girîngîya xebat û tekoşîna kesayetên mîna Mesûd Barzanî nabînin. Ev tevgerên ku qaşo li ser navê Kurdan derketine holê û têkbirina referandûma serxwebûnê, PDK û malbata Barzanî ji xwe re kirina armanc, ji bîr dikin ku Barzanî û PDK îro li her çar parçeyên Kurdistanê sembol in, sembolên pîroz in û nîşana Kurd, Kurdistan û Kurdayetîyê ne. Ne tenê li her çar parçeyên Kurdistanê, lê di qada navnetewî de jî sembol û nîşanên berxwedan û qehremanîya milletê Kurd in. Ne tenê sembolên berxwedan û qehremanîyê, lê herweha sembol û nûnerên dewleta Kurdistanê ne jî. Heke îro Kurd di qada navnetewî de tên payedarkirin û rêz ji wan re tê girtin, helbet ji ber ked, siyaset û helwesta Barzanî û qehremanî û fedakarîya pêşmergeyên wî ye. Heke îro hîmên dewletek serbixwe tê avêtin, dîsa bi şarezayî û aqilmendîya wî û siyaseta wî ye. Ewên ku îro dijayetî û dijminatîya referandûma serxwebûnê û dewleta Kurdî dikin, ne tenê dijminatîya PDK û Barzanîyan, herweha dijminatîya temamê şehîdên Kurdistanê û nirxên pîroz yên milletê Kurd dikin.

Di dema îro de, di rewşek wisa zîz û girîng de ku sedê salan carekê fersenda serxwebûnê hatiye ber devê derîyê Kurdan, dijayetî û dijminatîkirina serxwebûna Kurdistanê ne karê aqilan e, ne jî di berjewendîya Kurdan de ye. Tenê xizmetê ji dewletên dagîrker re dike û bindestî, koletî û parçekirina Kurdistanê pesend dike. Dijayetîya serxwebûna Kurdistanê, pesendkirin û qebûlkirina jenojîd û qirkirinên mîna Helebçe, enfal û tunekirina serhildanên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Dijayetî û dijminatîya serxwebûna Kurdistanê ne tenê bêrêzîya li hember şehîdên Başûrê Kurdistanê, lê bêrêzîya li hember şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ye jî.

Divê bê zanîn ku destkeftîyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin, dara azadîyê jî dîsa bi xwîna wan şehîdan hatiye avdan.  Helbet wê gelê Kurd di 25ê îlonê de, di wê roja pîroz de, vê fersenda dîrokî nekin bi qurbana siyaseta xwefiroşan û wê serxwebûna Kurdistana pîroz bi dengên „ERÊ“ di dilê xwefiroş û dijminên Kurdistanê de biçikînin.

Peyama Kurd

About The Author