Dîplomasî û Dînamîzma Diyaspora Kurdî

Nevzat Keskin

Diyaspora gora fikra netewî ye. Dîplomasî rih pêtîne û dînamiz jî wê li ser linga dihêle û bi ser dixe. Ji salên 1900’î û heta roja îro gelên cîhanî xwe avêtine ber dergehê Ewrûpîyan û ji bo tayînkirina qedera xwe li Ewrûpa kar û xebat kirine. Lewra nexşeyên dewletên cîhanê li Ewrûpa’yê hatin xîzkirin. Kurdan ji, piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê yekem bi Şerîf Paşa li Ewrûpa’yê dest bi dîplomasîyê kirine. Ji ber gelek sedeman mixabin biserneketin. Îro Ewrûpa ew hêz û qeweta xwe ya kevin nîn e. Amerîka îro ew qewet jî Ewrûpa’yê stand û Kurd divê bi Ewrûpa re bere xwe bidin Amerîka’yê jî. Lewra neqîşvanê nû û bi hêz Amerîkî ne. Li diyasporayê, dîplomasî û dinamizm pir girîng in. Eger ev her du nebin mîrov saxêmirîye.

Diyaspora bû parestgeha rewşenbîriya Kurdî. Piştî şikandina şoreşa îlonê Kurdên Iraq’ê, piştî îhtîlala Xumeynî Kurdên Îranê û piştî darbeya Kenan Evren jî Kurdên Tirkî’yê bere xwe dane Ewrûpa’yê. Bi saya bernamêya “Rû Bi Rû” di navbera pênç salan de, ez bûme mêvanê 120 rewşenbîrên Kurd. Birastî, min xwe bi wan naskir, lê min jîyan, fikr, raman, hesret, hêvî, kul, keder, his û tecrûbeyên wan jî parve kirin. Ez bûme şahîdê dîrokeke zindî, ji xwe pîştî bernamê jî pir ji wan kesên hêja wefat kirin. Mixabin hin tiştên ku min dîtin ez xemgîn kirim. Pîranîya wan kesan êdî ji îxtiyar bûne. Hin kes jî di bin bandora entegrasyon û rehetîyê de mane ku wê êdî Kurdîtî kuştiye. Hin kes jî heta niha ji bo kêmderfetên aborî kar dikin û êdî nikarin binivîsin ango Kurdîtîyê li mal dihêlin û diçin kar.

Êdî, bi pîrozkirina şevên Kurdî têrî mayina li ser linga nake. Di destpêka koçberîya Kurdî ya ber bi Ewrûpayê ve kesên ku çûn pir bi kelecan bûn û kare wan jî ji dil û can bû. Lê îro ew kelecan nexûyaye. Di dema herba cîhanê ya yekemin û hedîtinên konferansa Parîs, San Remo û London’ê de sefîrê Osmanîyan Şerîf Paşa jî dîplomasîyeke baş ya Kurdî kir. Lê nakokîyên navxweyî yê Tevgera Kurd Tealîyê ew bêzar kir, û paşê jî wî dev ji kare dîplomasîyê berda. Em dikarin bibêjin ku dînamizmek ku Şerîf Paşa bi pêşve bitehfîne nema.

Kurdên ku di salên 1980’î de çûne Swêd’ê di warê wêja, dîrok û folklora Kurdî de xebatên hêja kirin. Ronîbûneke Kurdî çêbû. Di destpêka salên 1990î heta 1995’a jî rêjeyek Kurdên nêzî PKK çûne Ewrûpayê. Piranîya wan li Başûrê Ewrûpayê, li Almanya, Fransa, Belçîka, Îtalya bi cîh bûn. Wan jî pir çalakîyên kolanan lidarxistin. Bi saya prowakatoran hin caran ev gihişte asta dagirkirina navêndên çapemenîyê, balyozxaneyan û meclîsên herêmî. Vê yeke Ewrûpî pir aciz kirin û dile wan ji Kurdan ma. Birastî ev xerabî bi alîkarîya endamên MÎT’ê û partîzanîya radîkal gur dibû. Ew dînamizm bi awayekî xelet û ne di berjewendîya Kurdî de hate bikaranîn. Hişk û bê rêbaz bû. Ne diplomasi bû, lê milîtanî bû. Ev demeke dirêj e ku êdî ew tevger sekinîye û di serî de Almanya û hîn dewletên din jî yasayên hişk li dijî vê tevgerê derxistin. Ji xwe êdî milet jî, jîyana xwe dijî. Lewra ew ji hin kiryarên bêqanunî jî bêzar bûn.

Li Ewrûpa’yê Kurdên Îranê xwe dane xwendinê, ditirsin tevlî sîyaseta Kurdî bibin. Lewra şûrê îstîxbarata Îranê li ser sere wan e. Ditirsin ku werin cem hev û bi rexistin bibin. Ji xwe nakokîyan dixe nav wan ku nikaribin werin cem hev. Kurdên Tirkîyê yên li Ewrûpa’yê jî xwe dane kar û hîn jî piranîya wan bi fikra PKK’ê ya berê re ye. Ne bi biratîya gelan re ne. Kurdên Başûr jî di navbera Welêt û Ewrûpa da mane, diçin û tên. Kurdên Sûrî’yê jî bêqerar in. Piranîya Kurdên Sûrî’yê bi rêya PKK hatin Ewrûpayê. Îro ji wan qut in. Bi bihara Erebî û şerê Sûrî yê navxweyî rêjaya wan pir zede bûye û dinamik in. Ji ber ku pîranîya wan hîn nû ne, bi kelecan in. Birastî ev dînamizma festîvala serxwebûnê ya Koln’ê jî ew bi xwe bûn. Êdî em dikarin bibêjin û wiha bi nav bikin “ Tevgera Koln’ê”. Îro ew dînamizma wan bi awayekî erênî tê birêvebirin û em hêvî dikin ku wiha jî bidome. Piştî hêza PKK’ê û Komkar EU’yê, ev tevger bû hêza sîyasî ya sêyemîn. Birastî rexistinên Kurdî pir in li diyasporayê, lê yên dinamik ev her sê hêz in. Lewra piranîya wan xort in û bi kelecan in. Bi rexistin û xwîngerm in.

Di rexistinbûnê de dinamizm pir girîng e. Îro Başûr bi wê li ser linga ma û PKK jî bi eynî rêbazê xwe gihande vê rojê. PDK bi neteweperwerîya xwe, û PKK jî bi dinamîzma xwe zindî mane. Îro sedema lawazbûna partîyên Kurdî yên den jî adînamizma wan e. Piranîya rêveberîya  wan ji kal û pîran pêk tê. Lewra jî hîn bûne partîyên ‘eşîra û yên din jî bûne partîyên kesayetan. Mixabin nikarin kongreyên xwe di salonên sporê de, lê di salonên şahîyan de çêdikin.

Ez bawerim ku di tevgera Kurdî de hizra netewî û dînamizm bi hevre kar bike, wî çaxî wê dîrok çerxa xwe ji bo Kurdan biguherîne. Ev hevkarî li Diyasporayê, bêhtir bi wate dibe. Îro Ermenîstan û Îsraîl bi saya van xebatên diyasporayên xwe di çembera agirî de li ser linga dimînin û bi wan bi hêz in. Tê wê wateyê ku diplomasî û dînamîzma dîyaspora ne bes berîya serxwebûnê, lê piştî serxwebûnê jî pir girîng û bi wate ye.

K24

About The Author