Ma bê dewlet daxwazên jehrolojîk çêdibin heval?

Dema derba HDPê têra tekoşîna Kurdistanê nekir, vêca DEMOQRATÎK NIZAM ÇI QUZZULQURT ket dewrê û heşa ji hizûra, we gûyek wiha xwar u got: “ Daxwazên demoqratîq,wekhevî û azadîya Kurdan bi xwestina dewletek niştimanî tête mehrûm kirin. Li ser vê bingehê, plana giştpirsa ku di 25 ê Rezberê l

i Kurdistana Başûr hatiye plankirin, em – vê planê – ji bo ku azadî û wekhevîya Kurdan bi ava kirina dewletokek niştimanî bête fetisandin dibînin” filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Li gor DEMOQTATÎK QUZZULQURT ê çareserî; “Heval, Ev çend sed sal e pirsgirêkên ku Li Rojhilata Navîn qewimî ne, nexasim çareserîya pirsgirêka Kurdan, ne bi avakirina dewletek niştimanî, he heval, êdî moda dewletan xilas bûye, belku; bi paradîgmaya „xelqlerin ortaq iradesî“ve encex mimkine heval” û kiras û xeftan

“ Bijî bijî bijî tilîlîlîlîîî xwelî li serê we û aqilê we û yê aqil dide we!

Kuro law, ma hema daxwazên demokratîk û ekolojîk û tirşikolojîk tenê li ser pişta Kurdan maye oxlim?

Ma heta dewlet çênebe, heta Kurd nebin xwedî dewlet, daxwazên jehrolojîk, azadî û wekhevîya Kurdan çawa çêdibe heval?

Siphan allaahhhhh, la îlahe îlallah!

About The Author