Ji Kurdan re serokekî bê ol û bê îdeolojî divê…

Devliken Kelogirî

Min go nizanim ez ji ku dest pê bikim?

Ji tengbûna xeyalan an ji têkçûyîna hêviyan?

Nizanim!

Meriv tenê di xeyalên xwe de azad e.

Û hêvî xeyalan dixemilîne.

Hêvî li ber sekratê ber xwe dide; xeyal li ser hêviyê li xwe dixe, xwe reş girêdaye…

Em di dem û dewraneke ecêb re derbas dibin.

Destê kê di bêrîka kê de ye yan jî bêrîka kê bi destê kê tije dibe, em zanin-em nizanin.

Ew welatê ku bav û kalên min li ser erda wê ji bo meseleyên beradayî dijminatiya hevdu dikirin, bi dijminatiya dijminên dijminên me û ji bo xezne û gencîneyên bin axa me em bûn çar perçe.

Hinin ji me bûn xulamên îdeolojiyan.

Hinin ji me bûn xulamên sofiyan.

Hinin ji me jî ûjdan û bextê xwe avêtin, dîn bû pere, îman bû pere…

Li Nezanîstanê, nezan aqil difiroşin, li kuçe û kolan û qadên bajaran.

Û bêhna mejiyekî genî difûre ji asîmanê bajaran.

Nezan efendî, zana kole ne vî zemanî…

Vê netewa belengaz, bi qasî ji destê serokan kişand, ji destê kesî nekişand.

Li ser her perçeyî her serokek bû pêxemberek û her pêxemberekî jî ji xwe re ometek afirand.

Pêxemberê min… Pêxemberê te… Ometa min… Ometa te…

Li perçeyê bakur ji mêj de ye deng û pêjna Apo nayê.

Deng ji alîgirên wî yên bakur jî nayê.

Piştî şerê hendekan, ew ruhê ”berxwedêr” têk çû û ”berxwedan” tevizî.

Dewlet çar gavekî din bi nav kurdan de çû.

Êdî piçekî din efendîtî û dagirkeriya xwe dixe nav çavên me.

Li perçeyê başûr mejî çolbeyar bûye.

Bi stratejîsistî destkevtiyên heyî jî dike ji dest here.

Barzanî dev ji serokatiyê berda. Go, ”Ez pêşmerge çêbûme, ez ê pêşmerge herim.”

De oxir be!

Lê wek ku ji vê sloganê bêhna tolekê difûre.

Gir û rik ne baş e, lê xuya ye em bibin çi jî, gir û rikê me jî bi me re dibe ew.

Tol!

Tolhilandin!

Tolhilîn!

Tolê ne bi hev hilînin, tolê ji serê xwe yê bêaqil hilînin, heger hûn bi ser kevin jî serî yê tije aqil bibe.

Axir, baş e ku Emerîka û Israîl ji bo qûna xwe mabin, nahêlin-ew ê nehêlin Hasil here di Mûsil re derkeve.

Li perçeyê rojava carina roj hiltê, carina dihere ava, lê dîsa herî pir meriv li ber germa roja wê xwe germ his dike.

Min berê jî gotibû û ez ê dîsa bibêjim.

Siyaset karê aqil e û siyasetmedarên Kurd dûrî aqil in.

Bi mentiqeke gundîtî karê bajarvaniyê nabe.

Û serok ne muxtar in.

Herweha qada siyasetê, ne mazata pez û dewêr e.

Bi slogan û quretiyên vala û bi megalomaniyeke ne hêja ye du quriş û nîvan meriv her tim dimîne li pey hevalan.

Du gav pêş de, sê gav paş de, meriv nagihîne mexsedan.

Û mutahîtino!

Bazirganino!

We Kurdistan têra xwe û sed û yek bavên xwe talan kir.

Ji bo kursî û desthilatiya xwe, ji bo qesr û qonaxên xwe, ji bo kêf û zewqa xwe, ji bo konfora xwe û çêlik û çêçikên xwe, li ser xwîn û keda belengazan we têra xwe û sed û yek bavên xwe dizî û dizî û xwar û xwar.

De êdî biqeştin ji bêxîla van belengazan bikevin wîî!

About The Author