Hevserokên PYD çima simbêlboq in?

Bavê cengo

Birastî pir bala min kişandiye, gelo çima kesên go dibin hevserokên PYD simbêlboq û simbêlqerase ne?

Xalê me Salih Mislim tê bîra we, xwedêjêrazî simbêlê wî wek qurmê dare bû, meriv fedî dikir li şox û şengîya simbêlê wî binere, meriv xof jê digirt. Ji xwe ez behsa simbêlê başqan Ocalan nakim, ew jî xwedîyê simbêlê qerase bû.

Û niha?

Niha jî xalê we Şahoz Hesen bûye hevserokê PYD û ew jî simbêlboq û simbêlqerase ye.

Gelo ev kerametek di van simbêlboqan de heye, yan kesên go simbêlê wan wek terîya mişkan e nikarin bibin hevserokên PYD?

Qamişlo

About The Author