Were pê bigre û binivîse

Rojekê dîktator Saddam Hisên dişîne pê yawer û cigîrên xwe. Heçê di nav hikûmeta wî de berpirsin gişa li hev dicivîne. Ji wan re dibêje: „Hûnê îro Bexdayê di ber hev de bişon, divê gend, gemar, pîsî û qirêjî nemîne“.

Wele berpirs,mesûl der hemû ji tirsa qûna xwe radibin dikevin ber û wê rojê Bexdayê pak û delal dişon. Dişon û şûnde tên cem Saddam dibêjin: “Ezbenî me fermana te bi cih anî û me bexda kir bihuşta li ser rûyê erdê“.

Saddam di heman rojê de bi dizîka û bi tenê bi trimbêla xwe derdikeve û li nav Bexdayê digere. Dema li nav Bexdayê dikere, lê dinere yekî bi egal li ber hêtekî sekinîye û dike bimîze,ew jî bi trimbêla xwe dihere li ber disekine û jê dipirse: “ Ma li te xêr e lo ? Tu nabîne bajar pak û delal şûştine, tu çawa qêmîş dikî ku bi dîwêr de bimîze oxlim?“

Mêrik lê vedigerîne dibêje: “Ezbenî, ez dikim bi mîza xwe „bimre Amerîka“ binivîsim“.

Saddam kêfa wî ji vê helwesta wî re tê û jê re dibê: Ê de naxwe berdewam be heyran“.

Hebikekî din jî wê de dihere, lê dinere Erebek din ew jî dike destmêja xwe ya mezin xera bike.

Dihere li ber wî jî disekine, pê re dixeyide ü dibê: “Ma tu fedî nake, tu qandî kerekî ye û tu dike bi vî bajarî de birrî, hey min di niza çî te nîyho!“

Ereb lê vedigerîne dibê: “Ezbenî, xwedê wekîlê min û te be ez dikim bi pîsîya xwe „bimre Emperyalîzm“ binivîsim“.

Saddam dibê: “Waaa, ey aferîn ji te re, de naxwe têr birrî de“.

Radibe gera xwe berdewam dike, hinekî din jî wê de dihere, lê dinere yekî girs şelwarek li doxîna xwe sist kiriye (dîyare Kurd e ) û dike bimîze. Dihere li ber wî jî disekine, çer fahm dike ku Kurd e, dibê: “Kurdooo, hey te di niza çiyê min nîyhoooo! Ma tu nabîne me ked di ber vî bajarî de daye, me di ber hev de şüştiye, pak û delal kiriye? Dersê ji evanên din bistîne, biner yekî dike binivîse „bimre Amerîka“ û ê din jî „bimre emperyalîzm“, lê tu ? Tu yê çi binivîsî Kurdo?“

Kurdo lê vedigerîne dibê: “Wele heyran xwendin û nivîsandina min tune, heke tu bi nîyet be were bi serê kîrê min bigre û tu çi dinivîse binivîse kaka“.

About The Author