Pîroz û bimbarek be!

Pişo Mihemed

Dibêjin li MÊRDÎNÊ li dijî vîrûsa KORONAyê „KOMA XWEBEXŞ“ hatiye avakirin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Mêrdînê be. Dibêjin komek ji endamên partîyên Bakurê Kurdistanê bi navê „Koma Xwebexş“ tîmek ava kirine da ku têkevin nava xelkê, wan di derbarê nexweşîya Koronayê de agahdar bikin û bibin şirîkê êş û nexweşîya wan.

Hinek fitne û fesad jî sûnd dixwin û dibêjin ku „Koma Xwebexş xwe bi rext û fîşekan, bi bombeyan pêçane û wê xwe di nav Koma Koronayê de biteqînin û Koronayê ji kokê de tune bikin“.

Wele îcar Koronayê pê girt!

Şabaş ji Koma Xwebexş re !

About The Author